NAVENDA NUÇEYAN- MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Geverê bi artêşa Tirk a dagirker re şer kirine û li Nisêbînê li dijî sûka BÎM’ê ya girêdayî hikûmetê ye bi teqemeniyên destçêkirî û molotofan çalakiyek li dar xistin e.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Milîsên Azadiyê Kurdîstanê (MAK) li Geverê bi artêşa Tirk a dagirker re şer kirin û her wiha li dijî sûka BÎM’ê ya alîgirên hikûmetê ya li Nisebînê bi teqemeniyên destçêkirî û molotofan çalakiyek li dar xistin.
Bi van çalakiyên ku em wek Milîsên MAK’ê li dar dixin, em ê li hemberî dewletparêz û çeteyên li Kurdistanê bêdeng nemînin. Em ê bi hemû hêza xwe ya rêxistinkirî li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe bidin û vîna gelê xwe yê azadiyê biparêzin. Divê civak û dewleta Tirk bizane ku ev siltanatiya ku we bi desteserkirina îrade û qirkirina gelê Kurdistanê ava kiriye wê bibe dawiya we. Gelê me yê ji bo azadiyê li berxwe dide wê bi ser bikeve, AKP-MHP û zîhniyeta wê ya kayim wê winda bike.
Bijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me.
“Bijî dewleta Tirk a dagirker û qirker.”