DÊRAZOR – Li Dêrazor tevgerên ciwanan ji bo amadekirina ciwanan ji hilbijartinan re civîn û semîner li dardixin.
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrezorê bi alîkariya Partiya Sûriyeya Pêşerojê û meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarokê El-Teyana, li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ji komekî ciwanan re semînerekî derbarê hilbijartinên şaredariyan hat dayîn. Tê de girîngî û rola ciwan di hilbijartinan de hat destnîşan kirin.
Li ser pêvajoya hilbijartinê, girîngiya wê ya ji bo civakê û bandorên wê yên erênî yên li ser civakê di hemû aliyan de hatin ravekirin.
Ciwanan nîşan dan ku wê beşdarî van hilbijartinan bibin. Di dawiyê de ciwanan ji bo wergirtina kartên xwe yên hilbijartinên tomar kirin.
Her wiha, Tevgera Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Dêrazor, bi alîkariya Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarokê Sûsê û Partiya Sûriyeya Pêşero
jê dewreyên gel ên ji bo hilbijartinên demokratîk didomînin. Ciwanên Şoreşger ji ciwan û gel re li gundê derdora Sûsê re civînekî ji bo danasîna hilbijartinan lidarxistin.Di civînê de hat destnîşan kirin ku serkeftina hilbijartinan tê wateya zêdekirina hişmendiya demokratîk û jiyana hevbeş. Li ser rola ciwanan di hilbijartinan de û li ser hilbijartina kesên guncav ji bo şaredarî û meclîsên bajarokan hate nîqaşkirin. Hat diyar kirin ku divê hilbijartin demokratîk û li ser esasê îradeya gel bin.
Li bajarokê El-Husan jî semînerekî bi eynî rengî hat li darxistin.
Li bajarokê Mahimida yê rojavayê Dêrazorê jî Desteya Ciwan û Werzîş semînerekî li darxist.
Li El-Tayana jî civînan hatin li darxistin.
Li El-Şanan ê rojhilatê Dêrazorê jî Desteya Ciwan û Werzîşê semînerekî ji jinên ciwan re li darxist.