NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku qirkirina ekolojîk a ku desthilatdariya AKP-MHP’ê kûr dike, dewama îmhaya fizîkî û çandî ya li ser gelê Kurd e û bi stratejiyeke şer girantir dibe ye; ew dixwazin Kurdistanê vala bikin û pêkhateya nifûsa wê biguherînin.
5 Hezîranê Roja Cîhanî ya Ekolojiyê di sala 1972’an de hat îlankirin. Her çend ji ber girîngiya ku ji ekolojiyê re tê dayîn rojek hatibe ragihandin jî, di 52 salên dawî de ekolojî qada herî zêde tê axaftin bûye lê qasa herî zêde zirar dîtiye jî. Her ku metirsiya li ser mirovahî û ekolojiyê mezin bû, ekosîd jî zêde bû. Li şûna ku li dijî qeyrana ekolojîk gav bên avêtin, zemîna felaketeke ekolojîk hat amadekirin. Sozên ku di konferansên avhewayê yên heta niha hatin lidarxistin de nehatine pêkanîn.
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi wesîleya Roja Ekolojiyê ya Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku hêzên serdest ên kapîtalîst bi gelek çalakiyên xwe yên li dijî ekolojiyê pêşerojê tehdîd dikin û wê dixin nava felaketên nû. Komîteyê destnîşan kir ku nirxên pîroz ên ekosîstem û mirovahiyê bi talankirineke berdewam û mezin ji bo berjewendiyên kêmneteweya ku ji sedî yek ji nifûsa cîhanê pêk tîne tê tunekirin. Komîte di derbarê qeydên germahiyê û felaketên avhewayê her ku diçe têne şikandin û sal li ser berfirehî dibe gel hişyar kir.
QIRKIRINA EKOLOJÎK WEK ÇEK BIKARANÎ
Komîteyê bal kişand ku qirkirina ekolojîk a ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê kûr dike, weke amûreke polîtîkayên faşîst, mîlîtarîst xistiye meriyetê û got, komkujiyên ekolojîk ên ji Efrînê heta niha li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê belav bûne. Behdînan, ji Botanê heta Serhat û Rojhilat destnîşan kir ku bi armanca berdewamkirina qirkirina fizîkî û çandî ya li ser gelê Kurd û qirkirina civakî ku bi stratejiyeke şer hatiye girankirin, hatiye kirin. Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Gundên Kurdistanê yên ku berê hatibûn şewitandin û valakirin, îro di bin ava bendavê de tên veşartin. Xizanî, koçberî û bêmirovîkirin bi tinekirina derfetên jiyanê, li daristanan komkujî, bi dehan bendav hatine çêkirin, bi hezaran kanî, santralên elektrîkê û polîtîkayên li dijî ekolojîk ên çandiniyê tên ferzkirin. Dixwazin bihuşta Kurdistanê ya ku gelê Kurd li dijî hemû êrîşan li ber xwe dide vala bikin û demografiya wê biguherînin. Ev qetlîama ku di bin navê ewlehiyê de hewl tê dayîn rewa bibe, îro ne tenê Kurdistan û gelê Kurd, gelên herêmê jî bi şer, ziwatî û encamên wê dixwe. Dewleta Tirk di planên xwe yên îmhayê yên faşîst ên emperyal de îmhakirina ekolojîk weke çekekê bi kar tîne.
TEVPARÎYA ERGRAFÎYA KURDISTANÊ TÊ TÛNE KIRIN
Her çendî ku xwezaya Kurdistanê ji berê heta niha bûye qurbaniya dijminatî, komkujî û şerên wêrankirinê yên li dijî gelê Kurd, lê ti carî weke îro tûşî wêrankirineke bi tundî û piralî nebûye. Di vî warî de Kurdistan ti carî bi gelê Kurd re nebûye heman qederê. Çiya, ax û xwezaya Kurdistanê ku di her êrîşê de gelê Kurd hembêz dike û diparêze jî bi wêraniyê re rû bi rû ye. Weke gelê Kurd cewhera wê jî weke dijmin tê tunekirin. Bajarên Kurdistanê tên dorpêçkirin û yekitiya wan a erdnîgarî bi wêrankirina ekolojîk a bi armanca faşîst û qirkirinê tê kirin. Kurdistan di bin êrîşên dijwar ên dagirkeriyê de ye, bendavên erdnîgariya Kurdistanê parçe dike, Santralên Rojê yên ji Rihayê heta Botan û Serhatê, qadên nû yên lêgerîna petrolê, polîtîkayên dij çandiniyê, maden, qetlîamên daristanan, şerê dijwar, operasyonên leşkerî û bomberdûmanên bênavber.
JI KOMA GELÊ KURD JI KOKA WAN BIÇIRIN
Qirima Ekolojîk di heman demê de êrîşa li dijî paradîgmaya ekolojîk a Tevgera Azadiya Kurd e. Hêzên dagirker ên ku li azadî, ziman û çanda me û hemû nirxên me yên manewî digerin, dixwazin gelê Kurd ji koka wî biqetînin û bi dorpêçkirina erdnîgariya Kurdistanê ya ku me li ber xwe daye, xaka me ya ku em afirandine bê mirov bikin. Heta îro bi projeyên talankirina ekolojîk, Hemî nirxên welatê me, cihekî kevnar a hezar salan, tê xwestin. Wekî li Rojava genim û darên ku yekane çavkaniya debara gel e, tên tunekirin û ava wan tê desteserkirin. Li Bakur, Başur û Rojhilat bi milyonan dar ji aliyê leşkerên Tirk ve tên birîn û şewitandin.
SÛCÊ EKOLOJÎK BI ROJÊN SEMBOLÎK NABE RAWESTANDIN
Li hemberî vê rewşê, rojek me nîne ku em weke roja ekolojiyê hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê pîroz bikin. Berevajî vê, em di rojên ku li hemberî komkujiyên piralî yên wêrankirina ekolojîk, hawara xwezayê û felaketan pêwîstiya me bi êş, pirs û çalakiyan heye. Krîza ekolojîk ne pirsgirêkeke ku bi rojên sembolîk çareser bibe. Hilweşîna ekolojîk a ku diqewime, hewce dike ku her roj bibe roja ekolojiyê û vegerandina jiyana ekolojîk. Têkoşîna ekolojîk ne têkoşînek tenê ji aliyê rêxistinên ekolojîk ve tê meşandin, têkoşîna her kesî ye. Ya ku wê vê qetlîamê rawestîne têkoşîna civakî, rêxistinî û girseyî ya ekolojîk e ku li hemû cîhanê tê meşandin.
DIVÊ CIHÊN QIRÎMÊ VEGUHERIN CIHÊN ŞER
Weke Rêber Apo got, ekolojîk sedema serhildanê ye, têkoşîna ekolojîk welatparêziya herî kûr e. Erka me ya herî mezin a wijdan û mirovahiyê ye ku em guh bidin vê hawara xwezayê û bikevin tevgerê. Ji ber vê yekê divê her cihê ku daristanên me lê tên birîn, her cihê ku zevî û ava me lê tê desteserkirin, her cihê ku bendav, santralên ceyranê û kanî lê tên çêkirin divê weke qada têkoşînê, cihê têkoşînê bê dîtin. berxwedana ku mafê me yê jiyanê tê parastin. Her gava ku em ji bo têkoşîna ekolojîk diavêjin, her darek ku em diçînin, her çalakiya me cihê jiyanê ye. Çalakiyên li dijî mayinên ku jiyanê jehrî dikin, weke li Akbelen û Colemêrgê divê bên kirin. Li Kurdistanê her cihê ku wêrankirina ekolojîk lê rû dide bibe qada şer. Li dijî bendavên ku av, axa me, dîroka me didizin û qetlîamên ku erd û çiyayên me distînin divê çalakî bê lidarxistin.
BERPIRSYARÎ ME HENE
Li hember xweza, dîrok û nifşên paşerojê yên ku bi mîlyonan sal in dinyayê ji me re amade dikin, berpirsiyariyên me hene. Em li hember gel û hemû gelên ku van nirxan li axa Kurdistanê ku şoreşa çandiniyê lê pêk hat, afirandine, berpirsyar in. Em berpirsiyarê Heskîfa ku me bi bêdengiya xwe avêtiye, çemên ku di bendavan de hatine girtin û azadî û dewlemendiya wan hatine dizîn, daristanên hatine qetilkirin, beramberê ax, tov û çiyayên me hatine desteserkirin, em berpirsyar in.
DIVÊ EV BIBE SEDSALA TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK
Divê rê li van hêviyên tarî, faşîst ên hêzên modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk neyê girtin, ku dixwazin qirkirina ekolojîk kûr bikin û cîhanê bikin dojeh, sedsala 21’an veguherînin serdema Şerê Cîhanê yê III. Yekane rêya rawestandina karesata ekolojîk têkoşîneke topyekûn e. Ji bo vê jî divê sedsala 21. hem weke serdema têkoşîna ekolojîk û hem jî serdema azadiya jinê pêş bikeve. Weke azadiya jinê, ekolojî jî ne pirsgirêkek e ku em ji hêzên serdest ên ku vê îmhayê pêk tînin re bihêlin. Berpirsyariyên ku ev yek li ser me hemûyan, hemû gelên li çar aliyê cîhanê ferz dike hene. Ji bo têkoşîna ekolojîk divê hemû beşên civakê, di serî de jin û ciwan ku hêzên pêşeng ên civakê ne, xwe bi rêxistin bikin û çalakiyan lidar bixin.
Cotkar, karker, gundî, koçber, bêkar û her kesê ku ji xwezayê qut bûye û mehkûmê jiyana bajarî ye û mexdûrên van pêkanînan e, divê bibin yek. Li her derê cîhanê û li Kurdistanê her kesê ku gund, av, zeviyên wan hatine desteserkirin, dar û hewaya wan hatine dizîn û dixwazin bijîn û nefes bigirin, divê bibin yek parêzvanên xwezayê. Ekolojiya civakî ya ku li hemberî vê tunekirinê alternatîfek pêşkêşî dike, encax bi têkoşîna civakî, rêxistinî û girseyî dikare pêk were. Xwezaya me ya dayika ku bi hezaran sal in mirovatiyê xwar kiriye, îro li benda me û têkoşîna me ye ku mirovatiyê bijî û zindî bihêle. Ji bo pêşerojeke azad têkoşîna ekolojîk berfireh bikin! Ji bo avakirina jiyana ekolojîk ne tenê rojek her roj bibe roja ekolojiyê.”