DÊRAZOR – Di çarçoveya piştgiriya hilbijartinên şaredariyan de Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê li herêma El-Sawa ya li xeta rojavayê Dêrazorê civîneke bi ciwanên herêmê re li dar xist. Di civînê de girîngiya hilbijartinan di vê qonaxê de hat şîrove kirin û rola ciwanan di vê hilbijartinan de hat destnîşan kirin.
Girîngiya hilbijartinan ji aliyê Berdevkê Meclîsa Ciwanan a li xeta Rojavayê Dêrazorê bi navê Îkram ve hate vegotin.
Îkram destnîşan kir ku teşwîqkirina ciwanan û derfeta tevlêbûna wan a tevahî di xebatên hilbijartinê de ji bo avakirina civakeke siyasî û demokratîk pêngaveke bingehîn e.