NAVENDA NÛÇEYAN- Milîsên HBDH’ê Ethem Sarisûlûk, çalakiyên ku li çar bajaran di çarçoveya “seferberiya xwe ya li dijî qeyûman” de li dar xistine, wiha rêz kir.
ved=”2ahUKEwi3pMm7ucaGAxVlVPEDHWJjA9IQ3ewLegQIBRAT”>“2’ê Hezîranê bi şev saet di 03.30’an de li navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê me navendeke şahiyê û qehwexaneya faşîstan bi teknîkeke taybet sabote kir. Qehwexane bi temamî bû ax. Faşîstan bi milyonan lîre zirar dîtin.
Di 3’ê Hezîranê de li Antalyayê, li avahiya Zanîngeha Akdenîz Teknokent ArGe (avahiya ku lê lêkolînên teknolojîk lê dihatin kirin) amûrên teknîkî hatin şewitandin. Odeyên ezmûnan û salona dersê ya perwerdeyê di şewatê de zirar dîtin.
3’ê Hezîranê saet di 12.20’an de li Stenbol/Sîlîvriyê li taxa Beytîlerê li kargeheke boyaxê ya li beşa embarê çalakiyeke sabotajê ya taybet hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de depo bi temamî bû ax.
6’ê Hezîranê saet 08.20’an serê sibê li Bursa/Orhangaziyê trafoya ku enerjiyê dide taxan a li ser cadeya DSÎ bi teqemeniya destçêkirî hat îmhakirin. Dûre trafo şewitî û nekarîn bikar bînin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di encama çalakiyên me de bi milyonan lîre zirara aborî çêbûye. Faşîst û her kesê ku tevkariyê li aboriya dewletê dike hedefa me ne. Hûn ê nikaribin ji edaleta gel birevin!” giranî hate kirin. Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku faşîzma AKP-MHP’ê vîna gelan nas nake û got, “Em weke leşkerên Şoreşa Yekbûyî li dijî zilma faşîzmê li ser bindestan li kêleka xwe ne.”