NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo Mela Mihemed Xizirnejad ku beriya niha ji ber piştevanîkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibû girtin, cezayê darvekirinê hate dayîn û ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê ve hate pejirandin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji bo Mela Mihemed Xizirnejad ku di 19’ê Mijdara 2022’yan de ji ber piştevanîkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û piştî demekê veguhestibûn girtîgeha Urmiyeyê, cezayê darvekirinê hate dayîn.
Her wiha hate diyarkirin ku Şaxa 41 a Dadgeha Bilind a Îranê, cezayê darvekirinê yê ji bo mamostayê olî Mihemed Xizirnejad erê kir. Cezayê darvekirinê beriya niha ji aliyê Şaxa 3 ya dadgeha Urmiyê bi serokatiya dadwer Riza Necefzade ve, bi tohmeta “xirabkeriya li ser rûyê erdê” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Hate destnîşankirin ku piştî veguhestina girtîgehê nîşanên êşkenceyê li ser laşê Mela Mihemed Xizirnejad xuya bûne û piştre bêyî parêzer û bê mafê parastinê bi cezayê darvekirinê û 16 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
Hêjayî gotinê ye ku di meha Sibatê de, hejmarek ji mamostayên olî yên Kurd, nameyek hevbeş ji serokê dezgeha dadweriya Îranê re şandibûn û biryara darvekirina Mihemed Xizirnejad protesto kiribûn û daxwaza azadkirina wî kiribûn.