REÎMS- Jinên Kurd ên li bajarê Reîms ê Fransayê ji bo dawîkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û CPT erka xwe bi cih bîne ketin tevgerê.
Di çarçoveya kampanyayê de jinan bi sedan nameyên îmzekirî berhev kirin û birin Postexaneya Navendî ya Reîmsê.
Jinan di nameyê de gotin, “Rêber Apo vîna gel û jinan e. Em ê di her şert û mercê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têbikoşin” û bang li CPT’yê kirin.