METÎNA- Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker goristana kevin a gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê yê ser bi parêzgeha Duhokê ve îro danê nîvro bi dijwarî bombebaran kirin. Piştî bombebaranê şewat li deverê derket. Hate zanîn ku agir bi gelek bax, baxçe, goristana gund ket û heta niha jî nehatiye vemirandin.
Li gor çavkaniyên herêmî ji ajansa Rojnewsˊê re ragihandine, rê ji welatiyên deverê re nayê dayîn ku biçin agirê bi deverê ketiye vemirînin.