NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” êvara 6’ê Hezîranê li dijî qirkirina siyasî li kolanan çalakî li dar xistin. barkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yekîneyan li gelek nuqteyan bi polêsan re pevçûn derket.
Daxuyanî wiha ne:
Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Wan!
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” êvara 6’ê Hezîranê li gelek nuqteyên Wanê yekîneyên me bi polîsan re pevçûn derket. Êrîşên li dijî îradeya gelê Kurd heta niha encam negirtine, îro û paşerojê jî encam nadin. Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina nirxên têkoşînê bikevin nava liv û tevgerê. Bijî Şerê Gel ê Şoreşger
Ji yekîneyên me yên YCWK Êlîh (Batman) çalakî
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” êvara 6’ê Hezîranê li gelek deverên Êlihê yekîneyên me tevahiya şevê li dar xistin. Li hemberî van êrîşên li ser gelê Kurd em weke ciwanên Kurdistanê bang li wan dikin ku li her qadê têkoşînê berfireh bikin. Divê her kes bizane ku em ê bersivê bidin êrîşên li ser vîna gel.
Bijî Şerê Gel ê Şoreşger