BEYRÛT-Endamê Komiteya Amadekar a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn Nadia Yusuf li ser esasê armanca li darxistina konferansa ku sibê li pêytexta Lûbnaê a Beyrûtê çêbibe ji ajansa me re axifî.
Hesen anî ziman ku ew ji bo konferansa ku sibê were lidarxistin gelek bi heyecan û moral in. Endamê Înisiyatifê di derbarê naveroka konferansê de jî agahiyan da û da zanîn ku ew wek ciwanên Rojhilata Navîn ji tekoşînê re pêşengtî bikin û Rojhilata Navîn de krizên heyî xilas bikin her wiha bersîvên xurt avabikin.
“Axaftin bi vi rengî ye:
Konferansên me yên berî li Amed’ê û Kobanê hat lidarxistin. Îro jî bi heyecanekî pir mezin, bi moralekî pir mezin wek ciwan û jinên ciwanên Rojhilata Navîn em li pêytexta Lûbnanê a Beyrûtê hazirtiya konferansa xwe ya seyemîn dikin.
Konferansa me li ser esasê 2 rojan dibin şîara “Ciwan û Avakirina Pêşarojekî Azad” de hatiye rexistin kirin. Di destpêka konferansê de axaftina vekirinê bê kirin û piştre jî nameyên pîrozbahiyên ku ji derve de hatine, bên xwendin. Piştre jî sinevizyona ku li ser esasê şoreşên ku di welatên Rojhilata Navîn de pêşketiye, hatiye amadekirin were pêşkeşkirin.
Her wiha mijarên wekî krîza ku di Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka li derketiye pêş, bên niqaşkirin.
Wekî; krîza rojhilata navin çî bandorî gel û ciwanan dike?
Her wiha mûdahaleyên Modernîteya Kapîtalizm li ser ciwan û jinên ciwanên li Rojhilata Navîn bi çî rengî ye? Û ciwan û jinên ciwan bi çî awayê dikarin xwe ji wan krîzan xilas bikin, niqaş werin pêşxistin.
Hemandemê de henik semîner werin dayîn, Wekî li ser ekolojî, rewşa jinên ciwan di rojhilata navîn de û hişmendiya desthilatdarî li ser ciwanan çawa pêş dikeve were niqaş kirin.
Em jî wek ciwan û jinên ciwanên Rojhilata Navîn bi heyecan û moralekî mezin sibê konferansa xwe lidarbixin.
Em hevîdarin ev konferans bibe bersîv dijî wan êrîşên ku li ser Rojhilata Navîn tên kirin.
Bi pêşengtiya ciwan û jinên ciwan bikaribin krîzên rojhilata navîn bidawî bikin. Em wek ciwan her di nav tekoşînê de ne ku bikaribin bibin bersîv. Em di vê baweriyê de ne emê bersîvekî herî xurt ava bikin.”