ÊLIH – Li Êlihê ciwanan li dijî biryara tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê li kolanan daketin qadan.
Ciwan bi şev li taxa Îpragaz a Êlihê li hev civiyan û biryara tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê şermezar kirin. Ciwanan li gelek kolanan lastîk şewitandin û bi kevir û konteynirên çopê ketina kolanan girtin. Polîsan bi gaza bîberê û avê mudaxeleyî ciwanan kir ku dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Kayim wê derkevin, gel wê werin” berz kirin. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.
Pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de li kolanên kêlekê dewam dikin.