BEYRÛT- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku bi moral û kelecaneke mezin dest pê kir didome. Di van kêliyan de ciwan li peyama YPJ’ê ya Rojava ya ji bo silavkirina konferansê û peyama Rêxistina Jinên Afgan RAWA guhdarî dikin.
Piştre jî sînevîzyona ku ji bo konferansê hatiye amadekirin dê bê nîşandan.
Peyama RAWA:
Silav ji bo hemû ciwanên têkoşer!
Komeleya Şoreşger a Jinên Afganîstanê (Revolutionary Association of the Women of Afghanistan – RAWA) silvên germ li hemû beşdarvanên Konferansa 4.mîn a ciwanên Rojhilata Navîn dike. Em jinên ciwanên werek ên li herêma me li dijî fesilandinê, baviksalarî, olperestî, faşîzm û emperyalîzmê têdikoşin silav dikin.
Têkoşîna lehengane ya jinên Kurd a ku parastina nasname û welatê xwe dikin li dijî hêzên paşverû û terorîst ên mîna DAIŞ’ê, nîşan dide ku dema jin hêza xwe nas bike û hişmendiya siyasî bi dest bixe, dikare dijminên xwe yên xwe bi temamî biçekirî jî bi ser bixîne.
Girêdanbûna di navbera gelê Kurd û Afgan de ne tenê ji ber êşên hevpar lê bi berxwedana biryardar pêk tê. Em îlhamê ji xwişkên xwe yên Kurd digirin ku li kêleka hevalên xwe yên xort ji bo edalet û azadiyê têdikoşin.
Afganîstan ji Tebaxa 2021’an û vir ve ne tenê bi karesateke mafên mirovan, bi temamî hilweşîna jiyana mirovan re rû bi rû ma. Piştî dagirkirina Amerîka û NATO li Afganistanê û li şûna Talîbanê, qaşo “serkeftinên” bîst salan di bîst deqeyan de têk çû û gelê me xist nav qeyraneke kûrtir.
Li gel ku ji hêla medyaya rojavayî ve weke aştîxwaz têne nîşandan jî Talîban di hiş û dilê gel de cihê xwe nagire û tenê bi dîktatorî û faşîzmê xwe dike desthilatdar. Ti netew nikare ji mafên bingehîn bêpar bimîne û bi nezantî û qanûnên serdema navîn demeke dirêj were kolekirin. Di nava xwepêşandanên berfireh de, bi taybetî ji jinên mexdûrên sereke yên van sûcdaran, têkoşîna rizgariyê wê li gelemperiya Afganîstanê xurttir û yekparetir bibe. Em ê destûrê nedin ku ajanên biyanî daxwaza xwe ya rêveçûna bêpirsgirêk pêk bînin.
Ruxmê ku welatê me ji bo jinên wê bûye girtîgeheke mezin, û dinya bêdeng dimîne, protestoyên wêrek ên jinan û berxwedana wan a bêhempa li hember zindankirin, mirin, îşkence û gefxwarinan, îsbat dike ku Talîbanê nezan dê tu carî nikaribe jinên Afganî di zincîrên xwe yên zordariyê de dîl bigire.
Di nava bîst salên dawî de DYE jî bi rêya medyayê propaganda rojevên xwe kir, nifşekî ciwanan fêrî gendeliyê kir. DYE ciwanên Afganî yên ku li Rojavayê cihanê perwerde kirine, ji wijdan, rûmet û welatparêziyê bêpar di nav wan de zihniyeteke caş ava dike û wan di rayên sereke de bi cih dike tenê ji bo pêşvebirina berjewendiyên siyasî û darayî yên Emrîkayê.
Kesayetên mîna Fewziya Koofî, Sîma Semer, Şehrezad Ekber, Nahîd Ferîd, Nahîd Sarabî, Orzala Eşref û Adela Raz ev kes in ku xizmeta hikûmetên Rojavayê Dunyayê kirine û piştî ketina Kabîlê di demeke kurt de ji Afganistanê hatine derxistin. Gelek ji wan niha xelatên prestîjê werdigirin û di bala medyayê dijîtal de ne, ne ji bo xizmeta wan ji bo jinên Afganî, lê ji ber hevkariya wan bi polîtîkayên metingerîyê û propagandayên DYEyê. Tehşîrkirina kesên bi vî rengî berpirsyartiya hemû kesên demokrat û adaletxwaz e.
Emperyalîzm û mihefezekarî du aliyên heman qurişê ne. Bêyî desteka DYE û dolaran, Talîban nikaribû rojekê jî zindî bimîne. DYE yê bi rêbazên cur bi cur piştgirîya partîyên mihefezekar yên li Afganîstanê dike, pere radizîne da ku bikaribe di pêşarojê de jî fayde xwe ji wan bigre. Ew piştgîrîya kesayetîyên wek Gulbuddîn li Afganistanê dike û kurê Mesûd li Ewropa û serokên cîhadî li Turkiye û Dubai û Qatar û çend welatên din ji bo tundûtûjiya li pêşarojê. Partiyên mihefezekarên olperest ên Afgan jî bi hikumet û saziyên îstîxbaratê yên Îran, Pakîstan, Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Qatar û gelek kesên din ve girêdayî ne.
Hevalên hêja,
Gelê Afganistanê ji dîrokê fêr bûye û bi taybetî jî di van bîst salên dawîyê de ditiye ku adalet, azadî, mafên mirovan û demokrasîya sekuler ji alîyê hêzên biyanî ve nayên dîyarî kirin. Ev nirx encax bi têkoşîn û hewldanên girseyên bêpar û bindest dikarin di nava civakê de bisaz bibin û di vê rewşê de ti hêz wê nikaribe wan tehdît bike û paşve bikişîne.
Bi standina ilhama ji muxalefeta xurt a ciwanan li Îran, Tirkiye, Kurdistan û deverên din ên cîhanê li dijî faşîzma olî, metingerî û diktatoriyê, eşkere dibe ku ciwanên Efxan di dijberiya fundamentalîzma Talîbanê de xwedî roleke girîng in.
Me dersên giranbuha ji gelê Fîlîstînê yê berxwedêr û têkoşîna wan a mafdar derxist. Êrîşa 7 ‘ê Cotmehê çalakiyeke herikbar a xweparastinê bû ji ber biryardariya ji bo man û nemanê. Berxwedana serdemê ya li dijî siyonîzm û emperyalîzmê cewhera edalet û berxwedêriyê esas digire. Fîlîstîniyan divê sekularizm û azadiyê bişopînin, da ku misogerkirina têkoşîna wan li gorî armancên wan yên hêja dirust be. Em faşîzma Îsraîlê bi tundî şermezar dikin û weke trajediya herî xerîb a serdema me nas dikin.
RAWA di wê baweriyê de ye ku hevgirtina hêzên şoreşger ên li herêmê, ku li dijî fundamentalizm(mihefezekarî), emperyalîzm, kapîtalîzm û faşîzmê bi xurtî sekinîne, pêwîstiyeke jiyanî ye. Di nava atmosfera qirêj û hişk a welatê me Afganistanê da, ev têkoşîn dê bibe tekane rêya derketina ji rewşa xitimandî ya heyî.
Divê jin hêrsa xwe bi hişmendî, çalakî û tevgera şoreşgerî veguherîne hêzeke ku têknaçe. Hatiye îspatkirin ku bêyî tevlîbûna jinan ti tevgereke pêşverû nikare bi ser bikeve.
Têkoşîna ji bo serxwebûn, azadî û rizgariya jinê ji bo hemû jin û xortên ciwan ên pêşverû erkek e. Zincîrên dîktatorî, rejîmên faşîst û baviksalariyê, wê heta dawî nemînin, eger girseyên bindest di raperînê de bibin yek. Divê ev yekitî sînoran derbas bike û hemû herêman bigire nava xwe.
Bijî hevgirtina hemû jinên ku ji bo azadiyê li çar aliyên cîhanê têdikoşin!
Bijî têkoşîna gelê me ji bo serxwebûn, demokrasî û secularizmê!