BEYRUT- Piştî temaşekirina dîmenên silavkirinê yên YPJ û RAWA, sînevîzyona li ser berxwedana gelên Rojhilata Navîn ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibû amadekirin, hate pêşandan. Pêşandana sînevîzyonê ku bi giştî 40 deqe dewam kir, ji aliyê beşdaran ve bi coşeke mezin hat temaşekirin.
Piştî sînevîzyonê ji konferansê re navber hat dayîn. Nîqaş dê piştî navberek kurt dest pê bikin.
Gotûbêjên yekem dê li ser şer û krîzên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bin.