BEYRÛT- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku bi tevlîbûyîna 80 delegeyan berdewam dike de li ser mijarên krîz û şerên ku Rojhilata Navîn de diqewimin hat niqaşkirin.
Li ser mijarê di destpêki de ji aliyê Zana Mistefa ve mafê axaftinê hat girtin û piştre jî di çerçoveyê mijarê de; Qirkirina gelan, xizantî û kedxwarî, belengazî û bêkarî, koçberî û guhertina demografîye hat dest girtin.
Her wiha berdewamiya niqaşan de; Destwerdana hêzên modernîteya kapîtalist û bandora wê li ser ciwanên Rojhilata Navîn çiye? Şer û şerê taybet li ser ciwanan çawa bandor dike? Bi vê girêdayê rewşa jinên ciwan di şer û krizan de çawa ye? Û nav vî de; Pirsgirekên jin di nava şer de, xanimet, revandin û tecawuzkirina jinên ciwan bi taybet bi destê rêxistinên tundrew çawa pêşdikeve û rê girtina vî pêwiste bi pêşengtiya ciwan û jinên ciwan de çawa bibe, bi berfirehî niqaş hatin meşandin.
Piştê niqaşên berfireh navber hat dayîn.
Wê piştî navberê li ser mijara “Krîza Rojhilata Navîn rê û rêbazên tekoşîna jin” were seknandin.