TORÎNO – Ciwan û jinên ciwan ên enternasyonalîst ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li Torînoyê hatin cem hev, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” a ku di 10ê cotmeha 2023an de hat destpêkirin bi nivîs û meşaleyan hate protestokirin.
Ciwanên ku li ser banê avahiyan bi alên navneteweyî yên Rêber APO, Ji Ocalan re Azadî , KCK, Filistîn û Antîfa nivîsîbûn bi xwendina daxuyaniyê armanca çalakiya xwe eşkere kirin.
Ciwanan diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê hêviyê ye û gotin, “Çawa ku Rêber APO fêrî me kir, em bi israra di sosyalîzmê de di mirovahiyê de israr dikin.”
Ciwanên ku li ser vê bingehê hatin cem hev, banga tevlîbûna çalakiyên “Bi Rêber APO re Diyalog” ku di navbera 15-22’an de li çaraliyê cîhanê bên lidarxistin û fikrên Rêber APO belav bibin, kirin.