BEYRUT- Konferansa ku bi şîara “ciwan û avakirina pêşerojeke azad” li Paytexta Lubnanê Byerut hat lidarxistin, roja xwe ya ewil bi dawî bû.
Ji 15 welatan 21 rêxistin bi tevahî 80 delege beşdarî konferansê bûn. Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê û hemû gelên hatine qetilkirin destpê kir. Piştre, rêxistin û kesên beşdar yek bi yek rabûn ser piyan û xwe û welatên xwe dan nasîn.
Paşê axaftina vekirinê ji aliyê endamê Komiteya amadekar Medya Yûsif ve hat kirin. Yusif bal kişand ser girîngiya konferansa ku ji bo ciwanên Rojhilata Navîn tê li darxistin û di pêvajoyeke wiha de zehmetiyên lidarxistina vê konferansê hat behs kirin.
Piştî axaftina Yûsif dimenên silavkirina YPJ’ê ya ji Rojava û RAWA ya ji Afganîstanê hatin temaşekirin.
Piştî dimenên silavkirinê sînevizyona 40 deqîqeyî ya ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibû amadekirin, li ser berxwedana gelên li Rojhilata Navîn hate nîşandan.
Piştî navbera yekem, mijarên krîz û şerê li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin:
Zana Mistefa di destpêka mijarê de gotina yekem girt û di çarçoveya Komkujî, xizanî, bêkarî, koçberî û guhertina demografîk de nirxandin kir.
Her wiha di berdewamiya nîqaşan de; Destwerdan û bandora hêzên modernîteya kapîtalîst li ser ciwanên Rojhilata Navîn çi ye? Şer û şerê taybet bandoreke çawa li ciwanan dike? Di vê çarçoveyê de rewşa jinên ciwan di şer û krîzan de çawa ye? Û di vê de; Mijara revandin û destavêtina jinan, bi taybetî jinên ciwan, ji aliyê rêxistinên tundrew rûbrûyê çî êrîşan tên. Û çawaniya pêşîlêgirtina van pirsgirêkan bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan, bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Piştî nîqaşên berfireh, navberek duyemîn hate dayîn. Piştî bêhnvedanê ciwan mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe yên li ser mijarê anîn ziman.
Mijara semînerê ya duyemîn jî li ser rêbazên têkoşîna jinê ya di krîza Rojhilata Navîn de bû.
Di dîvanê de ji Filistîn, Sûdan, Tûnis, Şengal û Rojava bi giştî 5 jin hebûn.
Piştî vegotinên Dîwanê, girîngiya birêxistinkirin û bi hêzkirina jinê weke rê û rêbaz hate nîqaşkirin. Di heman demê de hate diyarkirin ku jin bi hişmendiya xwe ya welatparêziyê pêşengiya cîhanê dikin û wê bi vê hişmendiyê pêşengiya gelek şoreşan jî bikin. Hat gotin ku tenê bi vî rengî wê krîzên heyî werin derbaskirin û em ê ber bi siberojeke azad ve biçin.
Piştî axaftina endamên meclîsê, ciwan û jinên ciwan mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe yên li ser mijarê û zehmetiyên jinên li welatên xwe dijîn nîqaş kirin.
Konferans piştî nîqaşan roja xwe ya yekemîn bi dawî kir.
Niha xebatên çandî tên pêşandan.