QAMİŞLO- Ciwanê bi navê Yehya Ehmed El Xemîs (23) ê ji gundê Hîmo yê bajarê Qamişlo yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema sînorê Tirkiyeyê-Sûriyeyê derbas kir bi destê nobetdarên sînor ên artêşa Tirk a dagirker hat qetilkirin.
Xizmekî wî ciwanî ku nexwest navê aşkera bike ji ajansa me re got: “Yehya di 25ˊê Gulanê de tevî komek ji 15 heta 20 kesan ên ji Serêkaniyê hewl da bi rêya xaka Tirkiyeyê berê xwe bidin Ewropa. Lê agahî ji wan qut bû, lê sibeha çarşemê (5ˊê Hezîranê) agahî hatin ku ew hatiye kuştin.”
Xizmê Yehya wiha domand: “Dema agahî hat ku Yehya tevî wê komê hatiye kuştin, me hewl da xwe bigihînin telefona wî, lê me dît ku yekî nenas bi zimanê Erebî û Tirkî bersivê dide. Wî kesî got xwediyê vê telefonê şeva sêşemê 4ˊê Hezîranê hat kuştin û careke din telefon nekin.”
Wî xizmî anî ziman ku agahî ji wî re hatin ku piştî wê komê sînor derbas kir û bi rûbera 300 metre derbasî xaka Tirkiyeyê bû, nobetdarên sînorê gule li wan reşandin û qetil kirin.
Xizmê Yehya wiha pê de çû: “Yehya tevî komê pê re giştî hatin kuştin û li Orfayê hatin veşartin.”
Bi hewldana malbat xwe agahiyan wergire û xwe bigihîne cenazeya wî, careke din malbata Yehya li telefonê da û dît telefona wî girtiye.
Malbata Yehya komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye şermezar kir û got: “Heta ketina wan li xaka Tirkiyeyê nerewa be jî, dikarin li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî bi wan re bidana û bistanda; yan bixistana zîndanê yan vegeranda. Lê ne ew bi hovîtiyê bikuştana.”
Malbata Yehya bang kir ku cenazeyê kurê xwe dixwazin da ku li bajarî wî veşêrin.
Çavkanî: ANHA