DÊRÎK – Îro danê êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Dêrîkê ji bo silavkirina berxwedana gerîla meşekî erebe li darxist.
Gerîlayên HPG û YJA-Star berxwedanekî bê navber li hemberî dewleta Tirk a dagirker didin meşandin, rûxmê bikaranîna silahên kîmiyawî û qedexekirî. Di demê dawî de jî, gerîla teknîkên nû pêşxist hem ji bo çalakiya li dijî mewziyên dewleta Tirk hem ji bo xistina balafirên wê yên bê mirov (SÎHA).
Bi dehan ciwan tevlî meşa erebe bûn û alên Rêber Apo û alên PKK hildan.