HAMBÛRG – Ji bo azadiya Kenan Ayaz li Hambûrg Dammtorê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê çalakiyek hate lidarxistin.
Gelek welatparêz û navneteweyî beşdarî çalakiyê bûn. Herwiha di nav beşdaran de hunermendê Kurd Serhado jî hebû.
Çalakî bi hunermendê Kurd Serhado repê dest pê kir.
Serhado jî axaftinek kir. Serhado di axaftina xwe de wiha got: “Ez Heval Kenan ji zarokatiya xwe ve nas dikim. Ez her tim heyranê têkoşîn û helwesta wî bûm. “Dema di 20 saliya xwe de ket girtîgehê, tevî hemû îşkenceyên ku lê dihat kirin, ti carî teslîm nebû, berovajî wê her tim berxwedana xwe zêde dikir.
Serhado, anî ziman ku dema çûye cem Kenan Ayaz li girtîgehê, li wir Sabrî Ok nas kiriye û qala sohbeta wan kiriye. Serhado got, “Dema Sabrî Ok ji min pirsî ka ez Rêber APO dixwînim, min got ku ez bi siyasetê re eleqedar nabim. Dema ku ji min pirsî tu Kurdî, min got erê. Ji min re got, “Binere, tu di zindaneke Tirkan de yî lê tu dibêjî tu Kurd î, bersiva te siyaset e.”
Piştî axaftina Serhado, parlamenterê berê yê HDP’ê Nîhat Akdogan axaftinek kir. Nîhat Akdogan di axaftina xwe de diyar kir ku divê rûmeta mirovahiyê bê parastin û got, “Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Ji ber vê sedemê em ê mafên gelê xwe û mirovahiyê li ku derê cîhanê lê bin, biparêzin.
Piştî axaftinan li ser navê TCŞ’ê Organ Gok daxuyanî xwend.
Di daxuyaniya ku hat xwendin de hat destnîşankirin ku Kenan Ayaz li ser daxwaza dewleta Almanyayê ji başûrê Qibrisê anîne Almanyayê û bal hat kişandin ser kêfxweşiya Erdogan a piştî girtina Kenan Ayaz. Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku ew siya giran davêje ser bêalîbûna dewleta Elman û di siyaseta wê ya derve û hundir de danûstandinên qirêj tên kirin.
Her wiha dawî li firotina çekan a dewleta Elman a ji bo dewleta Tirk û krîmînalîzekirina gelê Kurd a ji aliyê dewletên Ewropayê ve hate protestokirin û banga rawestandina van kiryaran kirin.