BERLÎN – Jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de jinên ciwan li ser bandora pergala kapîtalîst a îro li ser jinên ciwan ên Kurd û çawa bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû dimînin nîqaş kirin. Û hat gotin ku pêwiste li dijî vê yekê rêxistineke xurt bê çêkirin.
Jinên ciwan ên hatin cem hev, mijarên ku ji bo konferansê divê rêxistinbûnek çawa bê kirin û girîngiya konferansê nîqaş kirin.
Herî dawî jinên ciwan ên endamên TekoJIN Berlînê hemû jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê dijîn vexwend “Konferansa Elmanya” ya ku wê di 29’ê Hezîranê de li Kasselê bê lidarxistin.