DRAGUIGNAN – Ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê li şaredariya Colemêrgê bidin, bi pêşengiya ciwanên endamên CKF’ê çalakî hate lidarxistin.
Di meşê de posterê Rêber APO hate hildan, girse bi alên Rêber APO meşiya.
Li ser navê Meclîsa Gel a Dragûîngnan Erhan Kop jî axivî û got, “Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên me yên ku me bi dest xistine, hewl dide tola xwe ya bi dehan têkçûnên di sala dawî de xwariye hilîne. bi awayekî demokratîk. Lê divê her kes bizane ku ev têkoşînên wan ên dawî ne. Ew mehkûmî têkçûnê ne,”
Kop bal kişand ser tecrîda li ser Rêber APO û wiha got: “Ev 39 meh in tu nûçe ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin, divê ev tecrîda dijmirovahî demildest bi dawî bibe. Heta ku Rêber APO azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe em ê li qadan dengê xwe bilind bikin.”
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan fedaî Rêber APO’ne” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor” hatin qîrîn, meş li ber Navenda Gelê Kurd Draguignan bi dawî bû.