BEYRUT- Ehmed Elcemîlî ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bû, der barê konferansê de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kir.
Hevserokê Partiya Ciwanên Sûriyeya Pêşerojê Ehmed Elcemîlî diyar kir ku Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn konferanseke dîrokî ye û got, “Ev konferans dê di heman demê de deriyê çareseriya pirsgirêkan bi îradeya ciwanan veke, ji ber ku hêz û enerjiya ciwanan;tê zanîn ku enerjiya ku xwe diafirîne, xwe nû dike, jiyanê dide û xwedî îrade ye.”
Elcemîlî diyar kir ku konferans nîşaneya biratiya gelan e û got, “Ev konferans wê bibe çareserî ji hemû pirsgirêkên ku bi hezaran sal in li Rojhilata Navîn dijîn. “Piştî gelek salan dê ji nû ve jidayikbûnek çêbibe.”
Axaftina Ehmed Elcemîlî wiha ye:
Navê min Ehmed Elcemîlî ye, ez Hevserokê Partiya Ciwanên Sûriyeya Pêşerojê me. Em weke endamên vê partiyê li dijî metirsiyên sîstema kapîtalîst a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû astan de perwerdeyê didin. Bi giştî rêxistina me ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya Sûriyeyê dixebite.
Îro em beşdarî konferansa dîrokî ya Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn bûn ku wê bibe çareseriya hemû pirsgirêkan. Ev konferans dê bi vîna ciwanan jî deriyê çareseriya pirsgirêkan veke, ji ber ku hêz û enerjiya ciwanan; Tê zanîn ku ew enerjiya ku xwe diafirîne, xwe nû dike, jiyanê dide û xwedî îrade ye. Ciwan jî hêza dînamîk a civakê ye. Lewma em di wê baweriyê de ne ku ev konferans di destpêkê û şûnde wê ji bo jin û ciwanan bi giştî û ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe destpêkek. Ji ber ku di vê konferansê de bi dehan tevgerên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn hatin cem hev.
Sîstema kapîtalîst bi gotina navdar “Perçe bike û bi rê ve bibe” dixwaze van civakan ji hev veqetîne û ji hev dûr bixe û li ser ciwan û gel desthilatdariyê ava bike. Lewma ev konferans di heman demê de nîşaneya biratiya gelan e ku çiqasî azadiyê dixwazin. Ji ber vê yekê wê ev konferans ji bo pirsgirêkên jin û pirsgirêkên ekolojîk, li dijî tiryakê, li dijî zîhniyeta ku enerjiya ciwanan dikişîne bibe çareserî. Ev konferans wê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên ku bi hezaran sal in Rojhilata Navîn dikişîne. Dê piştî gelek salan ji nû ve zayinek çêbibe.