ŞEHBA- Gelê Erfînê ji roja ku Rêber Apo û PKK’ê nas kir, bi destên xwe zarokên xwe tevlî refên azadiyê kirin, bûne sembola welatparêziyê. Gelê Efrînê ku tevî hemû êrîşên dewletên dagirker ên faşîst ji welatparêziya xwe tawîz nade, bi salan e vê kevneşopiyê didomîne. Gelên ku piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê neçar man koçî Şehbayê bibin, tevî hemû şert û mercên dijwar jî li ber xwe didin û ji bo vegerin ser xaka xwe ya dagirkirî û serkeftina têkoşîna azadiya Kurdistanê berxwedaneke bênavber nîşan didin.
Li ser vê bingehê malbatek ji Efrînê ku xwest dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re diyar bike û diyar kir ku wê bi berdêla wê serketin bi dest bixin, diyar kirin ku bi tevlîbûna nava refên azadiyê keça xwe diyarî şoreşê kirine.
Jina ciwan a ku tevlî nava refên azadiyê bû, navê Nûjiyan Çiyager li xwe kir û diyar kir ku bi vî rengî em dikarin bersivê bidin şehîdan. Ji bo jina ciwan a ku tevlî nava refên azadiyê bû şahiyek gel hate lidarxistin. Di şahiya ku li Navenda Çanda Mîtan a bajarokê Ehdas a Şehbayê hat lidarxistin de, ciwan û gel bi coşeke mezin dirûşmeyên Bijî Serok Apo qîriyan.
Bav anî ziman ku ew piştgiriyê didin soza keça xwe ya ji bo tevlîbûna şoreşê, di pîrozbahiyê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku divê her malbat tevli têkoşîna azadiyê bibe û ev rêgeza welatparêziyê ye. Bav bang li malbatên zarokên xwe şandine Ewropayê jî kir û diyar kir ku divê zarokên xwe li ser axa xwe mezin bikin. Malbata ku keçeke xwe jî 2 sal berê diyariya rexistinê kiri bû wiha got: “Em bi zarokên xwe serbilind in. Em amade ne ku her bedelê bidin.”