BEYRÛT- Hevseroka Meclîsa Gel a Ermeniyên Sûriyeyê Arev Kazabian, ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijî û beşdarî konferansê bû, der barê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir.
Kazabian di axaftina xwe de diyar kir ku konferans bi armanca demokrasî, azadî û avakirina pêşerojeke serkeftî û bê dagirkeriyê hatiye organîzekirin û got, “Armanca me lêgerîna çareseriyan û pêşxistina alternatîfan e.”
Kazabian diyar kir ku ew li ser navê gelê Ermenî beşdarî konferansê bûne, kêfxweş in û got, “Ev ji bo me hem serkeftinek e û hem jî firsendeke mezin e.”
Jina Ermen ku bi zimanê Ermenî, Kurdî û Erebî bi gotina “Rojbaş” dest bi axaftina xwe kir û wiha got:
“Ji bo hemû kesên ku konferansa me dişopînin, em 4’êmîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ji hemû Rojhilata Navîn re piroz dikin û ciwanan re serkeftin dixwazin. Ev konferansa ku hatiye lidarxistin ji bo demokrasiyê ye, ji bo azadî û serkeftinê ye. Ji bo avakirina pêşerojekî bê dagirkerîyê ye.
Ev konferans tenê xitabî yek pêkhateyekî an jî netewekî nake. Ji bo pirsgirêkên ciwanên û hemû gelên Rojhilata Navîn hatiye lidarxistin. Yanî rêya lêgerîna çareseriyê ye. Em jî wekî gelê Ermen, ciwanên Ermen xwe di vê konferansê de dibînin. Ev ji bo me serkeftineke mezin e û heman demê de pîroz e.
Nîqaşên me yên di konferansê de didomin. Di mijaran de hebûna pirsgirêka zayendperestî jî girîng e. Nîqaşên konferansê li ser esasê çareserî ye. Gelek mijarên din jî tên nîqaşkirin û çareserî tên pêşxistin. Taybet koçberîya ciwanan, bêdengî û nebesiyên ciwanên Rojhilata Navîn jî mijarên sereke ne. Ez dîsa dubare li ser navê gelê Ermen Konferansa 4’emîn a Ciwanên Rojhilata Navîn pîroz dikim û serkeftinê dixwazim.”