BEYRÛT- Duyemîn roja Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a ku li paytexta Lubnanê Beyrûta bi şîara “Avakirina ciwan û pêşerojeke azad” tê lidarxistin, bi moral û coşeke mezin didome.
Konferans bi atolyeyên li ser mijarên “Krîza ekolojîk û wêrankirina xwezayê”, “Nêzîkatiya hikûmetên li hemberî ciwanan û bikaranîna ciwanan ji bo berjewendiyên xwe”, “Ciwan û neteweperestî, zayendperestî, olperestî û zanist” dest pê kir.
Encamên hevpar, çareserî û alternatîfên piştî atolyeyan ji avahiya beşdar re hatin pêşkêş kirin.
Piştî navbereke kurt ciwan dîsa bi mijara “Asoyên çareserîyên gengaz û alternatîfên ji pirsgirekên heyî re” hatin cem hev.
Di panelê li ser mijarên wekî, “Pêşkêşkirina modernîteya demokratîk û projeya neteweya demokratîk weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst, rol û mîsyona ciwanan a di têkoşîna diyarkirina çarenûsa gelan de, gelên ku bi qirkirinê re rû bi rû ne, parastina vîna gelan di çarçoveya avakirina civaka exlaqî û polîtîk de, berpirsyariya jinên ciwan di çareseriya krîza Rojhilata Navîn de.” hatin niqaşkirin
Di nîqaşan de hat diyarkirin ku ji bo avakirina konfederalîzma ciwanan, ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê divê mekanîzmaya rêxistinbûyîna hevpar bê avakirin.
Piştî panelê dê ji bo Konferansê peyamên silavkirinê bên dayîn. Di nava peyamên silavkirinê de, Aktivistê Mafên Mirovan ê Belûçistanê Dr. Mahrang Baluc jî heye.