NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” doh şev li dijî dagirkirina îradeyê Yekîneyên YCWK a Elih çalakiyek li dar xistine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desteserkirina îradeyê ti carî bêbersiv namîne.
Daxuyanî wiha ne:
“Ji yekîneyên me yên YCWK Êlîh çalakî!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de yekîneyên me şeva 9’ê Hezîranê li Taxa Seregir a Êlihê ji bo şermezarkirina qeyûman çalakiyek li dar xistin. Desteserkirina îradeyan ti carî bêbersiv namîne.
Bijî Şerê Gel ê Şoreşger”