COLEMÊRG – Ciwanan li gelek taxên navenda Colemêrgê barîkat danîn û desteserkirina îradeyê protesto kirin.
Bertekên li dijî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akış û tayînkirina qeyûm li şûna wî, dewam dikin. Çalakiyên protestoyî yên ji aliyê ciwanan ve li gelek taxên navenda Colemêrgê hatibûn destpêkirin, îro jî dewam kirin. Li taxên Kîran, Pehlîvan, Berçelan û Yenî jî ciwan derketin qadan, barîkat danîn û agir pêxistin. Polîsan bi bombeyên gazê, fîşekên plastîk û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwanan bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan.
Di dema berxwedanê de timî dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Hevserok Sıddik rûmeta me ye” hatin berzkirin. Berxwedana ciwanan a li kolanên kêlekê yên taxan didome.