NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku li sê bajaran çalakî li dar xistin.
Daxuyanî wiha ye:
EM HER KESÊN KU TOLÊ RADİKE SILAV DIKIN
Weke Înîsiyatîfa Zarokên Agir em hemû kesên ku li bajarên Tirkiyeyê li hemberî her cure êrîşên dijmin mezin bûne, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bêdeng neman û tola xwe bi şewitandin û hilweşandina metropolên Tirkiyeyê hildan, silav dikin.
Hûrgulî;
Di 05.05.2024’an de li Gebzeya navçeya Kocaeliyê tesîseke vezîvirandinê ya faşîstan hat şewitandin.
Di 06.05.2024’an de li Bursa Înegolê febrîqeya kursiyan a faşîstan hat şewitandin.
Li Edîrneyê di 05-06.06.2024’an de 110 dekar zeviya genim, 20 deh stir û 250 kerpîç giya şewitîn.