BEHDÎNAN- HPG bi daxûyaniyekî nivîskî agahîyên dawî yên di derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ragihandin.
Daxûyanî wuha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Metîna;
– 8’ê Hezîranê saet 14:30’an de dagirkerên Girê Bamernê bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
2. Herêma Zab a Rojava Şehîd Delîl;
– 8’ê Hezîranê saet 08:28’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî 1 sîstema kameraya Mobesse ya dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê hatiye hedefgirtin û rûxandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
– 8’ê Hezîranê saet 16:10’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Cûdî bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin.
– 8’ê Hezîranê saet 16:30’an de, dagirkerên ku dixwestin li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi cih bibin, bi çekên giran mudaxele kirin û çalakiya wan hate rawestandin.
– 9’ê Hezîranê saet 10:10’an de, dagirkerên ku dixwestin li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi cih bibin, bi çekên giran mudaxele kirin û çalakiya wan hate rawestandin.
– 9’ê Hezîranê saet 18:10’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî dronek a dagirker bi çekên ferdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
– 10’ê Hezîranê saet 02:30’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî 1 sîstema kameraya Mobesse ya dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.
– 8’ê Hezîranê saet 11:40 û 17:22’an de, dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên me yên li Herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM ve bi pêş ve biçin, bi taktîkeke sabotajê hatin gulebarankirin.
– 9’ê Hezîranê saet 12.30’an kûçikê ku dixwestin bişînin tunelên me yên li Herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM hate bêbandorkirin. Her wiha 1 çira û 1 kameraya serî jî hatin desteserkirin.
– 9’ê Hezîranê saet 17:20’an de, dagirkerên ku xwestine li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM bi cih bibin, bi taktîkeke sabotajê hatine gulebarankirin. Piştî çalakiyê çalakiya dagirkeran hate rawestandin.
– 9’ê Hezîranê saet 22:20’an de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê FM 1 pergala kameraya Mobesse ya dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin.
– 9’ê Hezîranê saet 15:10’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Amediyê bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
– Di 8’ê Hezîranê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê FM ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
– Di 9’ê Hezîranê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 8 û 9ê Hezîranê de herêmên Lolan û Kolît ên ser bi 7 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê