REQA – Komîteya Çalakiyên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê da kû bêkanriyê di nav ciwanan de kêm bike û ciwanan pêşbixîne, perwerdeyên cûr bi cûr li dar dixe. Di dema dawî de dewreyên alîkariya yekem û çêkirina telefonan organîze kir. Bi dehan xort û jinên ciwan beşdarî van dewreyan bûn.