FREÎBURG – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li Freîbûrgê bi navê “Şehîdên Gulanê” bi dirûşmeya “XWE BPARÊZE” turnuvaya futbolê li dar xistin.
Turnuva bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre endamê TCŞ’ê Serhed Wan bal kişand ser cezayên mutleq ên girankirî yên li ser Rêber APO û bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji bo gelê Kurd.
Serhed Wan: “Hemû xebat û çalakiyên me ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. “Azadiya Kurdistanê, çanda me, her tişt bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO ve girêdayî ye.
Serhed Wan polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên Ewropayê li ser ciwanên Kurd nirxand û got, “Divê em xwe bi rêxistin bikin û li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê xwe biparêzin.”
Serhed Wan di dawiya axaftina xwe de got, “Rêberek Kurdistanê tenê heye, ew jî Rêber APO ye. “Bijî Serok APO” ”
Her wiha ciwanên ku li qada turnuvayê stand vekirin, pirtûkên Rêber APO û kovara Stêrka Ciwan pêşandan kirin.
Bi tevahî 6 tîm beşdarî turnuvaya futbolê bûn. Tîma FC 473 United di maça fînalê ya ku di navbera tîmên FC 473 United û FC Rojava de hat lîstin bi ser ket û bû serketiya turnuvayê. Tîma 3’yemîn tîma FC Kaypakkaya bû.