HANNOVER – Li Zanîngeha Leibniz a bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên Jinên Xwendekar semînerek ji bo xwendekarên zanîngehê hat dayîn.
Di semînera ku nêzî 30 kes beşdar bûn de mijara “Azadiya Jinê” hate nîqaşkirin. Naveroka semînerê ev e: “21. Şoreşa jinê ya ku wê sedsalê bi temamî biguherîne çawa dikare were ravekirin? Bersiv ji pirsên wekî “Tevgera jinên Kurd çima li cîhanê bûye mînaka herî mezin a alternatîfa demokratîk, pêşxistina pratîka şoreşgerî û konfederalîzma jinê ya li dijî pergala kapîtalîst” hatin dayîn.
Di semînerê de her wiha hate destnîşankirin ku çima dirûşma Jin Jiyan Azadî ya ku bi Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jin a Rêber APO afirandiye ji aliyê jinên cîhanê ve çima girîng tê dîtin û ji bo alternatîfên girîng ên hegemonîk pêşniyar hatin kirin. Sîstema serdest li zanîngehê, bi taybetî ji aliyê xwendekaran ve hat danîn.
Di axaftinên li semînerê de girîngiya birêxistinkirina têkoşîna jinê bi van gotinan hate rawestîn. ”Rêxistinbûn ji bo me jinan ji bo jiyaneke azad û civakî gaveke gelekî girîng e. Di bingeha têkoşîna me de avakirina îradeya azad û xwebaweriyeke xurt e, da ku em karibin jiyaneke kolektîf û girêdana di navbera hemû jinên cîhanê de ava bikin.”
Semîner piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.