REQA – Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê piştgirî da Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li paytexta Libnanê Beyrûtê hate lidarxistin.
Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Nûnertiya Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve Amîna Barkal hate dayîn û di daxuyaniyê de tekez kir ku: “encamên vê konferansê ji bo me biryar in û em ê têbikoşin. Hemû encamên ku ji me tê xwestin emê bi cih bînin û em ji bo bilindkirina leza xebat û rêxistinbûna ciwanan li ser bingehê demokrasî û konfederalîzmê, bi pêşengiya ciwanan, dest pê kê ji bo azadiya Rêber Apo.