REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê îro danê sibê ji bo xwendina pirtûka Rêber Apo a bi navê “Peyamên Hêviyê” çalakiyek li dar xist. Çalakî wê 2 rojan berdewam bike.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna giyanê şehîdan destpê kir. Piştre pirtûk ji aliyê hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Letîfe El-Hesen ve hate xwendin. Di pirtûkê de qala komploya navneteweyî ya ku Rêber Apo pê re rû bi rû maye, zehmetiyên ku Rêber Apo dît û çawaniyê komplo ku li Yewnanîstanê pêk hat. Çalakî bi nîqaşên li ser rewşa Rêber Apo bi dawî bû.