DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarokê Sûsê ya girêdayî herêma Hecîn a li ser xeta rojhilatê Dêrazorê pirtûkek li ser Şerê Gelê Şoreşgerî xwend.
Zêdetirî 20 xort û jinên ciwan beşdarî xwendinê bûn. Beriya xwendina pirtûkê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin hat rawestîn. Fikir û felsefeya Rêber Apo di çarçoveyê mijarên pirtûkê de ji aliyê beşdarvanên hat nîqaş kirin.
Ajansa Nûçe Ciwan hevpeyvînek bi berdefkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a xeta rojhilatê Dêrazor Xanim El-Ehmed kir. Xanim destnîşan kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ye û gel amade dike da ku li dijî hemû êrîşên ji derve û hundir raweste.