NAVENDA NUÇEYAN- Rojnameya Ereb derbarê hêrsa gelê parêzgehên başûrê Iraqê de nûçeyek bi sernavê ’Hêrsa li başûrê Iraqê gefê li hikumeta Sûdanî dixwe’weşand. Hate diyarkirin ku hêrsa heyî ya li parêzgeha Musena ya başûrê Iraqê hişyarkirinek ji bo hikumeta serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ye ku ev hêrs veguhere serhildaneke mîna ya sala 2019’an a ya li parêzgehên başûrê ku li hemberî li serokwezîrê berê Adil Ebdulmihdî parêzgehên başûr rabibû.
Li gorî rojnameyê, sedema hêrsa vê carê ji sedemên serhildana 2019’an cudatir e û ev nirxandin hat kirin ” Sedema rasterast a hêrsa heyî dijbertî ya di navbera hêzên şîe de ye. Ev dijbertî ji ber hilbijartinên xwecih ên vê dawiyê derketibû, nakokiyên li ser kontrolkirina meclisên parêzgehan û parvekirina rêveberiyan ne.”
Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku rewşa li parêzgeha Musenayê hikumeta Sûdanî xistiye nava fikran. Hate diyarkirin ku hikumeta Sûdanî bi lez parêzgeh dorpêç kir, beriya ku ji kontrolê derkve.
Di nûçeyê de rewşa niştecihên parêzgehên başûrê Iraqê jî hat vegotin. Hate gotin, li van parêzgehan alozî û zehmetiyên aborî, civakî û jîngehî hene, ev rewş jî dibe dehfek ku xelk hertimî li dijî desthilatê xwepêşandanan li dar bixin.
’RÛSYA BERÎ XWE DIDE AFRÎKAYÊ: ENIYA LI HEMBER AMERÎKA BIHÊZ DIKE’
Rojnameya El Ixbar a Lubnanê jî bal kişand ser hevrikiya di navbera DYA û Rûsyayê de ya li ser Afrîkayê. Hate gotin “Dîplomasiya Rûsya ya li Ewropayê li ber sînorê rûbirûbûna germ û îhtîmala ku operasyonên leşkerî li wir rû bide nasekine. Lê belê çalakiyên wê (yên Rûsya) gihiştiye Afrîkayê. Ev yek di gera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov a li Afrîkayê de diyar bû ku li Gîne, Burkîna Faso û Çad, Komara Kongoyê pêk anîbû. Hemwextî serdanê rayedarên leşkerî yên li Nîjerê dest bi pêvajoya “derxistina hêzên Amerîkî ji axa wê kir.”
Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku ne ecêb e gera Lavrov a li Afrîka ligel zêdebûna qeyranan li welatên nêzî cihên gera wî, mîna Sûdan, Lîbya û Nîjerê pêk hate. Hate gotin, aloziyên li van welatan bi siyaseta giştî ya DYA’yê ve girêdayî ne, DYA’ê dixwaze ev alozî berdewam bibin û ew herêm ne aram bin.
Li gorî rojnameyê, diyar e ku Rûsya bi van tevgeran dixwaze hebûna DYA’yê ya li herêma Berava Afrîka û Afrîkaya navîn lawaz bike.
’HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYA ÎRANÊ: ŞEKLÊ PÊŞÎN ÊN NÎŞANEYA HEVRIKIYÊ’
Rojnameya El Erebî El Cedîd hilbijartinên serokkomariya Îranê ku dê 28’ê Hezîranê pêk werin nirxandin. Hate gotin, hilbijartinên serokkomariya Îranê roja yekşema borî piştî namzet hatin aşkerakirin, derbasî qonaxeke nû bû.
Rojnameyê ku cih daye nirxandinên pisporên îranî diyar kir ku lîsteya namzetên hilbijartinên serokkomariya Îranê ji lîsteya sala 2021’ê cûda nine û ev nirxandin hat kirin “Hinek namzet hene dûbare ne. Li gorî lîsteya namzetan diyar dibe ku encama herî bijarte ya bingeha desthilateke bi hêz were bidestxistin ku bibe sedema avakirina hikûmeke mîna ya serokkomar Reîsî, ne mîna ya Hesen Ruhanî. “