NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Xweser kiryarên aliyên hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ji bo guhertina nasnameya Efrînê dikin, şermezar kirin û got ew yek hedefgirtina nasnameya Sûriyeyê bi giştî ye.
Heyva Sor a Qeterê li ser medyayên dîjîtal agahiyên nû yên der barê guhertina demografiya herêmên Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagireker û çeteyên wê dagir kirine de parve kirin.
Heyva Sor a Qeterê di nûçeya xwe ya dawîn a li ser medyayên dîjîtal parve kiriye de nivîsand ku 13 avahiyên niştecihbûnê li bakurê Sûriyeyê bi hevkariya dewleta Tirk hatine avakirin. Hevyê îdia kir ku ew avahî ji bo koçberên Sûriyeyî ne.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê mijarê de ev daxuyanî da:
“Bi derbasbûna 6 salan di ser dagirkirina Efrîn û koçberkirina şêniyên wî de û berdewama binpêkirin, guhartina demografîk û qirkirinê sazî û dezg piştgiriyê didin siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û şêniyên wê. Bi wê yekê dixwazin dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên bicihkirina çeteyên terorîst û malbatên wan xurt bikin.
Di nav van saziyan de Heyva Sor a Qeterê heye ku bi awayekî fermî piştrast kir ku destekê dide niştecihên Efrînê. Her wiha saziyên Kuwêtî jî hene. Ev kar “karekî derexlaqî” û li derveyî xwezaya Heyva Sor û pîvanên ku têne naskirin e. Ji ber ew saziyeke mirovî ye û girêdayî kar û barên alîkariyê ye. Dewleta Qeter berpirsê vê yekê ye. Ji ber tişta ku tê kirin bêyî erêkirina fermî ya hikûmetê nayê kirin.
Di dema em van kiryarên Heyva Sor û saziyên din ên mîna Kuwêtê ku hevkariya dewleta Tirk di guhertina nasnameya Efrînê de li ser hesabê êşa şêniyên wê dikin şermezar dikin, em bang dikin ku bi awayekî lezgîn sazî û aliyên hiqûqî û mirovî bikevin tevgerê û van binpêkirinên ku li Efrîna dagirkirî têne kirin, bi dawî bikin. Em bang dikin ku bi awayekî lezgîn komîteyên lêpirsînê werin avakirin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Her wiha aliyên navneteweyî û hiqûqî derfetê nedin saziyên girêdayî destekdayîna mirovî ku tev li projeyên siyasî bin; mîna Heyva Sor a Qeterê.
Em diyar dikin ku em ê di hemû aliyan de bixebitin da ku lêpirsîneke navneteweyî vekin û hesab ji aliyên sûcdar ku van siyasetên derexlaqî dikin, bixwazin. Weke ku çawa li Efrîna dagirkirî tê kirin. Efrîn parçeyek ji Sûriyeyê ye û tişta ku li Efrînê diqewime li ser erdnîgariya Sûriyeyê bi giştî xeter e. Li kêlek wê jî bêdengiya hikumeta Şamê li hember tiştên diqewimin cihê pirsê ye, ji ber ku ew her tim behsa yekitiya Sûriyeyê dike.”