WAN-YCWK (Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” wê danê êvarê yekîneyên wan a Wan’ê li dijî derbeya siyasî daketine qadan. YCWK diyar kir ku Yekîneyên wan a Wanê li kolanan barîkat danîn û bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan destwerdana polîsên faşîst.
Daxuyanî bi vi rengî ye:
“Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Wan!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de yekîneyên me yên Wanê ji bo protestokirina darbeya siyasî ya dewleta Tirk a faşîst û dagirker çalakiyek li dar xist. Tevî mudaxeleya polîsên faşîst jî yekîneyên me li kolanan barîkat danîn û bi polîsan re demeke dirêj pevçûn derketin.
Divê baş were zanîn ku desteserkirina îradeyê ti carî bê bersiv namîne.
Bijî Şerê Gel ê Şoreşgerî”