MÊRDÎN- Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a faşîst û dagirker di 3’ê Hezîrana 2024’an de Şaredarê Colemêrgê yê ku bi vîna xwe ji aliyê gelê Colemêrgê ve hatibû hilbijartin girt û qeyûm tayînî vîna gel kir. Gel û ciwanên ku ji 3’ê Hezîranê û vir ve li dijî qeyûman berxwedanê dimeşînin, biryardariya xwe ya nepejirandina qeyûm û parastina vîna xwe didomînin.
Ciwanên welatparêz çalakiyên xwe yên di vê çarçoveyê de bi hemû leza xwe didomîne, vê carê li Mêrdînê çalakiyek li dar xist. Ciwanên ku serî li ber qeyuman natewînin, bi fîşekên hewayî û dirûşmeyên Bîjî Serok APO û Bîjî Berxwedana Colemêrg dewleta Tirk a faşîst protesto kirin