NAVENDA NÛÇEYAN- Li Kurdistanê her Kurdek di ferqê de ye ku ji ber Kurdbûyîna xwe ango ziman, çand û dîroka xwe ji aliyê dijmin û dagirkeran ve xeterî ne, jibo wê jî her cure êrişan ser wan meşrû dibînin. Ev sed sale ji aliyê rejîma qirker û mêtînger ya Tirk ve Kurd tên qetil kirin. Li beramberî wê her Kurd berxwedan, heta serhildanên mezin jî çêbûn. Lê di encam de hemû tepisandin û di qetliyamê re derbas kirin. Vê her xwestin wekî qederekê ser eniya Kurdan bidin bidin nivîsandin. Başe ev qedere yan jî ma em nikarin bi awayekî azad jiyan bikin û xwe bi parêzin.
Eger wisa bûya ma niha 50 sale di pêşengtiya Rêber Apo de wê jibo doza Kurd hêzek ewqasî mezin, tekoşînekî ewqasî bi heybet, di serî de li Imraliyê, li Çiyayên Kurdistanê artêşa fedayiyan, gelê Kurd yê serî natewîne li beramberî ewqasî êrişên dijwar berxwe nedidan. Lê belê pêwîste were zanîn ev meznatiya PKK ya Rêber Apo avakiriye. Dijminê qirker û mêtînger yê ku digot wekî serhildanên beriya wê ez ê bi pelçiqînim pelçiqandin bihêlin, ev Îsyan ji roja destpêkê mezintir bûye û niha bûye paradîgmayek nû ji bo mirovatiyê û li hemû cîhanê belav dibe. Êdî bi dijminê qirker û mêtînger daye qebûlkirin ku bi kuştin û qetliyaman, bi tirsê, bigirtinan nikare encaman bigre. Heta wisa bûye ku hemû hêvî û bendewariyên wî yên di vî aliyê de êdî wî aniye ber bi ruxandinê. Ji xwe dema em îro li rewşa vê rejîma qirker û mêtînger mêzedikin eger ne bi piştgiriya derve be û herwiha ji ber tekoşîneke bi bandortir û mezintir di esas de ne hatiye meşandin hîn xwe dide berdewam kirin…
Rêber Apo dema dibêje di pêvajoyên destpêkê ya ciwantiya xwe de dema me dest bi vê tekoşînê kir, wê demê ewqasî zanabûna me nebû, lê em bi biryarbûn, xwedî bawerîbûn di vê riyê de. Me dagirkerî û zilma heyî li Kurdistanê dît em bi cesaret ser vê mesela Kurd ya ku her kes xwe jê dide paş de çûn. Ji ber gelê Kurd dît ku em dikarin ji wan re bibin bersiv, dît ku em ne serhildanekê ku di ciheke teng de, yan jî bi çend çalakiyên basît dest li mesela Kurd didin. Ji bo wê ji Hîlwan, Sîwerek, heta Nisêbîn heta Cizîrê û hemû Bakurê Kurdistanê gel xwedî lê derket û rabûn serhildanê. Heya roja me ya îro jî vê zanabûna xwe kûr kir û tu carî êrişên li ser îradeya we xwe qebûlnekir, li beramberî wê derket. Di roja me ya îro de eger gelê Wanê wan kolanan hemû kirin qadê berxwedanê, eger gelê me yê Şirnexê destdirêjiya li hemberî civaka xwe bi zanabûna parastina cewherî ya mîrateya 50 salan wan destan şikand û heman tişt li Qulp a Amedê pêkanî ev mîrasê tekoşîna 50 salane. Divê were zanîn beriya meşa Rêber Apo di Kurdistanê de tu carî rewşekî wisa ya ku di gel de bi vê zanabûnê li beramberî hemû rewşa xwedî sekin derneketiye.
Tekoşîna azadiyê ya ku di şexsê Rêbertî de destpêkirî di tekoşîna gel ê Kurd de derketina destpêkê û ya herî girîng ya ciwanên Kurdistanê ye. Tovên tekoşîna azadiya gelê Kurd bi tevgera ciwanan hatiye avêtin. Yek ji taybetmendiyên herî girîng yên ciwanan lêgerîne ku di nava gel de îfadeya xwe dîtiye esasî bi derketina Rêbertî re pêkhatiye. Derketina Apoyî; ew bû ku parastina cewherê ciwanan armanc dikir, li hemberî aliyên kevneşop yên sîstemû û civaka kevneşop wekî îsyanekê tavîz nade pêşket. Sekna qadroyên tevgerê yên ser vê bingehê pêşketî jî li gorî taybetmendiyên derketina Rêbertî şekil girt. Ked û fêmkirina kûr ya Heqiyan, Milîtantiya Kemalan, û taybetmendiyên destkeftiyên pir qehremanên wekî Mazlum û Xeyriyan ji vê çavkaniyê xwe gurçûpêç kiribûn.
Rêber Apo di temenekê ciwan de vê tevgerê avakir û anî heya roja me ya îro. Herwiha piştî wê di tekoşîna gelê Kurd ya van 50 salên dawiyê de jî qonaxên herî girîng yên ku tekoşînê gihand astekî jortir xeta ciwanên Apoyî bû. Ango rihê Apoyî yê ku xwe di karekterê ciwantiya wê serdemê de avakirî ji pÊvajoyên herî dijwar re bûn bersiv. Di dîroka tekoşîna gelê Kurd DE YCK yek ji van avabûnên ku di pêşengtiya wê de li beramberî komployê sekna herî xurt nîşan kirî bû. Herwiha l beramberî şerê taybet Yekitiya Ciwanên Kurdistanê YCK ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve bû navê tekoşîna her berdewam dike ya ciwanên Kurdistanê. Di vê pêvajoyê de kevneşopiya ciwantiyeke ku xwe dispêre berxwedan û destkeftiyên mezin hate afirandin. Di meşa azadiyê ya ku gav bi gav hate pêşxistin de bû navnîşana gavê ewil yên pir şoreşgerên wekî Bêrîtan, Qasim Engînan û hwd. Dema em îro lê mêze dikin em dibînin ku êdî YCK ne tenê navê rêxistineke êdî bûye nasnameya taybet ya ciwanên Kurdistanê di şoreşa vejîna gelê Kurd de.
Bahara gelan ya ku di sala 2011 an de li rojhilata navîn pêşketî êdî ber bi salên 2013 an ve bandoriya xwe li Bakurê Kurdistan û Tirkiye jî dike. Ev daxwazên azadiyê yên gelan li Bakur ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve jî di pêşengtiya YDG-h de mohra xwe li serdemê dixe. Bêguman ev berdewamiya mîrasê YCK ye. Wekî rêxistina ciwanan YDG-H bi tarzê çalakiyên xwe yên radîkal yê herî zêde civakê li beramberî şerê taybet yê rejîma faşîst ya AkP parastî û herî zêde bi awayekî girseyî ji wê pêvajoya diwar re bûyî bersiv YDG-H bu. Gihabû wê astê ku êdî li kolanên Kurdistanê li beramberî madeyên hişbir û fuhuşê kes cesaret nedikir herwiha dewlet jî li beramberî vê rêxistinbûnê nedikarî êdî tiştek bikin. Jiberku hêza wan ya herî esasî xwe dispartin hêza gel, herwiha li beramberî tu şaşitî, tu êrişên ser civakê tawîzan nedidan ji xwe li beramberî rêxistinekê wisa ne mimkûnbû dewlet bikariya tiştekê bike. Di gihêje wê astê ku taybet di dema êrişên DAİŞ ser Kobanê de yê ku hemû ciwanên Bakurê Kurdistanê seferberî kirî ku ev wekî serhildanên 6,7,8 ê cotmehê tê nasîn pergala dewletê kilît kiribû. Berê hemû ciwanên bakurê Kurdistanê dan Kobanê.
Wekî qetliyamên Zîlan, Dêrsim, Helebçe da nîşan kirin ku eger wekî gelê Kurd em parastina xwe nekin, li beramberî zilmê û zordariyê ranebin wê rewşa me çibibe derket holê. Herwiha wekî di temenekî ciwan de di pêşngtiya Rêber Apo de derketina PKK, taybet wekî rêxistinbûnên ciwanan di salên 90’ î de YCK herwiha herwiha salên herî germ yên 2014 û 15 an de rêxistinbûna YDG-H jî dan nîşankirin ku eger ciwanên Kurdistanê li beramberî kiryarên falîzane yên rejîma faşîst ya Tirk bibin xwedî helwestek xurtir û egerî ji serhildanan re pêşngtî bikin dikarin dijmin birûxîne. Ev heqîqeta ku di rastiya ciwanên Kurdistanê derketiye holê ye. Jibo wê dîroka vê tekoşînê da nîşan kirin ku ev rejîm tu carî bi çalakiyên aştiyane, yan jî bi çalakiyên biçûk û bê bandor nikare ji demê re bibe bersiv.
Piştî van 9 salên dawiyê êdî pêvajo derbasî qonaxekê din bûye. Ji destpêka 2024 an û şûnde êdî helwesta gel ya ku li beramberî kiryarên bê exlaqî, herwiha zext û zora ku li Bakurê Kurdistanê pêktînin nayê qebûlkirin ji xwe di Newrozê dejî, di hilbijartinan de jî herwiha piştî hilbijartinan jî sekna gel ya li beramberî van zextên heyî vê ji me re dide nîşankirin. Pêvajo vê ji me re dide ferzkirin ku derketin, gav avêtinên êdî mezintir, helwestên bi bandortir û çalakiyên hîn radîkaltir dikare ji pêvajoyê re bibin bersiv. Di demên dawî de sekna ciwanên Kurdistanê ya ku li beramberî faşîzmê raber kirine, pêwîste were zanîn ew hêze dijmin herî zêde jê ditirse. Pêwîste ciwann wî çawuşê pispor li kolanên Şirnexê xist çi halî, herwiha ciwanên Wanê, Geverê, Batmanê, Ixdirê kolanên bajar xist çi halî dijmin vê hêzê dît jibo wê tirsa wê ya herî mezin ev rewş derbasî qadên din bibe, jixwe eger ne wisa bûya li Wanê gav paşde ne di avêt.
Çavkanî: Ciwanên Rojê