QAMIŞLO – Îro danê êvarê li bajarê Qamilo di bin pêşengtiya Înîsiyatîfa Gel de meşekî girseyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat li darxistin. Bi hezarên şeniyên kantonê Qamişlo beşdarî meşê bûn.
Meş li çarxereya Osman Sebrî dest pê kir û heya çarxereya şehîd Rûbar bi dawî bû.
Endamên komîteya amadekar a meşê diyar kirin ku ji bo bangawaziya tevlîbûna vê meşê mal bi mal hat serdan kirin.
Di 21’ê Gûlanê de carekî din cezayekî 6 mehan ê li ser serdanên malbat û parêzerên Rêber Apo hat birin.