DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrezorê ya li herêma Hecîn a li xeta rojhilat di roja duyemîn a çalakiya xwe de beşa sêyemîn a parêznameyên Rêber Apo “Manîfesto ji bo Şaristaniya Demokratîk: Sosyolojiya Azadiyê” xwend.
Beriya xwendina pirtûkê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin hat rawestîn. Piştre pirtûk hat xwendin û derbarê wê hat kirin.