ŞEHBA- Di vê serdemê de ku êrîşên li dijî Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin de, jinên ciwan li ser bingeha “Xweparastinê” xwe perwerdehiya fîzîkî û fikrî dikin. Li gelek herêman ciwan û jinên ciwan li ser girîngî û pêwîstiya Erka Xweparastinê ku stûna herî girîng a stratejiya “Şerê Gel ê Şoreşgerî” ye, tên gel hev û nîqaşan li dar dixin.
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan îro li Şehbayê hatin cem hev û daxuyaniya Komalên Jinên Ciwan ên ji bo tevlîbûna pêngava PAJK û KJK’ê ya bi şîara ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê’ ya di 2’ê Gulanê de hatibû dayin xwendin. Piştî xwendinê jinên ciwan diyar kirin ku, “Hemû êrîş herî zêde bandorê li jinan û ciwanan dikin. Ciwan û jinên ciwan bi perwerdekirin û hişmendiya xwe dikarin li hemberî van êrîşan pêşengiya berxwedanê bikin. Bi vî rengî dikarin xwe ji êrîşên derûnî û fîzîkî biparêzin.”
Daxuyaniya Komalên Jinên Ciwan ên di 2’ê Gulanê de hatibu parvekirin wiha ye:
JI HEMÛ JINÊN CIWANÊN WELATPAREZÊN KURDISTANÊ RE;
JINÊN CIWAN BIRCA XWE PARASTINÊ YE!
BI PÊŞENGTIYA PARASTINA CEVHERÎ VE, XWE BIGIHÎNIN AZADIYÊ!
Wateya ciwantiya me avakirina cîhanek birûmet, jiyanbar e. Pêşxistina pergala xweparastinê ya jinên ciwan layiqî vê wateyê yek ji erkên me yên exlaqî yên civakî ye. Em jinên ciwan ji bo vê yekê pêk bînin hene û divê em bi ser bikevin. Divê em bangawaziya li jinên ciwan ên di daxuyaniya xweparastinê ya ku di demên dawî de rêxistinên me yên pêşeng ên jinan KJK û PAJK’ê bi hev re ragihandibûn rast fêm bikin û bihizirin. Divê em li ser vê bingehê coş û serketina xwe ya ciwantî şiyar bi bin û çi dibe bila bibe em jiyana bê xweparastin nekin armanc. Weke jinên ciwan em nikarin ji jiyana bêparastin re bibêjin jiyan, ev jiyan, jiyana koletiyê ya di bin kontrol, hêz û serweriya kesên din de ye. Heqîqeteke weke jiyana azad li benda hevdîtina me ye. Teslîmbûna koletiyê ti carî nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê weke jinên ciwan di hemû jiyana xwe de xweparastinê serdest kirin, dibe sedem ku em bi mirovahî bijîn.
Weke jinên ciwan pêwîstiya yekemîn a xweparastinê ew e ku dijminê xwe, yê ku hewl dide we tine bike, yê ku di jiyanê de mirinê li ser we ferz dike nas bikin û li hemberî wî rawestin. Ji ber vê yekê karê me yê yekemîn jinên ciwan ev e: Dijmin kî ye? Divê em fêhm bikin û hişyar bikin ka ew li ku û çawa êrişî me dike da ku em bi rêkûpêk mertalên xwe yên parastinê di çeperên xwe yên jiyanê de xurt bikin. Ger nebe em ê xwe ji her derê ve ji êrîş û wêrankirinê re vekirî bihêlin. Yekane armanca tacîz û tecawizgerên bi unîformatîk û bêcilfet, ku bi mejiyê mêran ên ji saziyên pergala serdest a mêr hatine desteserkirin, belavkirina hêza mêr li her derê ye. Li ser vê bingehê yekane armanca wan ew e ku jiyanê ji bo jinan zehmet bikin û nedin jiyan kirin. Em weke jin nikarin parastina xwe û mafên xwe ji mêr û saziyên wan re bihêlin. Polîs, cendirme, hiqûq, pergala perwerdehiyê, çanda koletiyê ya ku di bin navê hunerê de tê ferzkirin, qanûnên bi navê mafên mirovan ên ku mirovahiyê dixapîne, ji bilî mirinê tiştekî din nadin jinan. Dijminê ku li dijî we ye, yê ku dixwaze we tune bike ye. Ne fêde û edalet ji dijmin tê hêvîkirin, ne jî mirov dikare pêşerojê di bin siya wî de xeyal bike. Tişta ku li hember dijmin tê kirin tenê şerkirin e û rêya vê yekê jî pêşxistina sîstema xweparastinê ye!
Weke jinên ciwan ên Kurdistanê bi destên dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê me şahidiya qetilkirina Denîz Poyraz, Gulîstan Doku, Îpek Er, Ozgecan Aslan û bi hezaran jin û ciwanên ku me navê wan li vir nenivîsand kiri ye. Erdoganê faşîst û rejîma wî ya qetlîamkar bûye dewleta tecawizê. Tevahiya sîstemê ji bo mayîna vê dewleta tecawizê hatiye amadekirin. Mîna ku bi prensîba ku jin bikuje û îradeya wan bişkîne, ewqasî bi hêz dibe. Jin û pergala serdest a mêr di hemû qadên jiyanê de di nava şer de ne. Di şerekî wiha topyekûn de ji bilî parastina xwe ti çareya me nemaye. Ji xeynî xweparastinê tu rê tune ku hebûn bibe XWEBUN. Herî dawî li bajarê Botanê yê Şirnexê endamekî çeteya tecawizkar a faşîst Erdogan di nava kolanê de êrîşî jineke ciwan kir û gelê birûmet û ciwanên Botanê ew tecawizkar lînç kir in. Li dijî rejîma tecawizkar çi pêwîste bê kirin nîşan da. Bi organîzekirina pergala xwe ya xweparastinê, divê em hemû kolan, tax, gund û bajarên Kurdistanê li dijmin û zilam û saziyên wî yên xwedî mejiyê mêrane teng bikin û ji Kurdistanê derbixin! Heya ji tecawizkar û qetlîaman li her derê bi ruhê ciwan û gelê Şirnexê hesab bê pirsîn, em dikarin jiyaneke bi rûmet û exlaqî ava bikin.
Weke jinên ciwan ên Kurdistanê berpirsyariyeke me ya mezin heye ku em hesabê tiştên ku vê pergala tecawizkar ji destê me girtine bipirsin û em erkdar in ku em tola bi hezaran jinan hilînin! Bi hezaran jinên ciwan ên mîna Melek Îlham an a li Efrîn û Serêkaniyê hat qetilkirin, bi hezaran jinên Êzidî û zarokên wan ên li Şengalê di encama êrîşên DAIŞ-PDK û rejîma faşîst a Erdogan de dîl hatin girtin û heta niha çarenûsa wê ne diyar e. Li Başûrê Kurdistanê her roj ji aliyê hevkariya PDK-MÎT’ê ve jin tên qetilkirin, li Îranê Jîna Amînîs, Armitas, Rimas ku li Kurdistanê bûne qurbaniye mejiyê PDK’ê, komkujiyên ku hatine kirin navê hişê dewletê ye û tola ku divê em hilînin.
Di vê wateyê de divê em vê rastiyê baş bizanibin ku weke neteweya jinê em tevhev in. Nijad, ziman, netewe û çanda jinê yek e. Jinbûn sembol û cewhera wijdan û mejiyê hevpar a civakan e. Di vê wateyê de li ku derê cîhanê dibe bila bibe, di serî de li Kurdistanê, ji Afganîstanê heta Fransayê, ji Îranê heta Awûstûryayê, ji Ûkraynayê heta Filistînê armanca komkujiyên jinan yek e. Di vê wateyê de em jin û ciwan li ku bin, divê em bi hişmendiya ku li dijî sîstem, sazî û artêşên zilam ên tecawiz-faşîst di nava helwesteke hevpar de ne, di şoreşa jinê de refên xwe xurtir bikin û bi yek ruh, hiş û parastinê helwest tevbigerin. Di vê wateyê de erka me ya jinên ciwan ew e ku li her qadê û çalakiyê ruhê hevpar ê têkoşînê biafirînin û li gorî wê pergala xwe ya parastinê ava bikin.
Bi vê hişmendiyê divê em weke jinên ciwan ên ku hêza pêşeng a têkoşîna xweparastinê ne, bi hişmendiya rol û mîsyona xwe ya dîrokî bibin bersiva rast ji banga xweparastinê ya PAJK û KJK’ê re! Divê em tola komkujî û qetlîamên jinan bi avakirina sîstema xweparastinê ya ku sedema me ya li qadên têkoşînê yên Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewropayê ye, hilînin.
Li ser vê bingehê em tevlî tevgera ku ji aliyê PAJK û KJK’ê ve bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê’ hatiye destpêkirin, bi dînamîk û mîsyona xwe ya pêşengiyê tevli hemû ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdixe û di hedefa hemûyan de ne. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku di têkoşîna azadî û jiyana azad de seferber bibin. Em bang li we dikin ku ala bilindbûna têkoşîna Şoreşa Azadiya Jinê bi serbilindî hilgirin. Em dibêjin êdî dema têkoşîn û berxwedanê ya di eniyên herî pêş de ji bo garantiya şoreşa jinê ye!
Bijî Serok APO
Bimre deshilatdariya zilamê zordest!
Jin Jiyan Azadi!
Koordînasyona KJC