QAMIŞLO- Li gelek bajarên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ciwan û jinên ciwan li ser esasê “Şerê Gel ê Şoreşgerî” perwerdeyê dibînin û hewl didin ku boyutên wi bi awayekî herî baş pêk bînin.
Bê guman yek ji boyutên herî girîng stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî jî tenduristî ye.
Di her rewşek awarte de û her hewlek ji bo êrîşkirina ser devera Şoreşê, giring e ku tîmên “alîkariya yekem” û “tenduristî” hebin û her kesê ku li vê deverê rûdine, di van mijaran de xwediyê zanîn û ezmûnê be.
Li ser vê bingehê endamên Yekitiya Jinên Ciwan îro li bajarê Qamişlo hatin cem hev û dest bi dersên alîkariyên ewil û tenduristiyê kirin.
10 jinên ciwan dê beşdarî bernameya perwerdeyê ya ku dê hefteyekê ji aliyê Kurdistan-Heyva Sor ve bê dayîn, bibin.
Di perwerdeyê de gelek dersên teorîk û pratîk hene. Li ser vê bingehê jinên ciwan xwe ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî amade dikin.