DÊRAZOR – Desteya Ciwan û Werzişê ya Dêrezorê li bajarê Tayana dewreyekî dirûtinê ji bo jinan qedand. Di dewreyê de dersên teorîk û pratîk hatin dayîn.
33 şagirt bi ezmûneke bilind û têrker ji bo kar mezûn bûne. Armanca vê dewre pêşxistina jinên ciwan da ku bikaribin projeyên di bajar de vebikin.
Merasîm bi pêşwaziya hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Îbtîsam Mihemed dest pê kir. Piştre ji bo bîranîna şehîdan deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Her wiha, zehmetiyên ku di dewre de hatin kişandin û çareserî ji bo wê hatin nîqaşkirin.
Di dawiyê de jinên ciwan ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ve hatin rêzgirtin girtin û bawername ji wan re hatin dayîn. Her wiha, jinên ciwan ên herî serkeftî di dewre de di asta teorî û pratîkî de jî hatin xelatkirin.