NAVENDA NUÇEYAN- Ji pênûsa Sware Şaho
Berê Ciwanên Welatparêz Li Roja Welatê Wane!
“Beriya her tişt heyv ji Şev û şev jî ji tarîtiyê hez dike. Ji ber ronahiya modernîzmê stêrkên ezman xuya nakin. Tenê agirek pêketî maye. Gur dibe, geş dibe û qêrîna çirûskê xwe dighîne her derê. Şerê cîhanê yê sêyemîn teyisandina xwe li tevahî cîhanê dike.Tîrêjên guhertinên vî şerî jî, li ser Kurdistana me ye. Encamên Şerê Cîhanê yê sêyemîn bi awayekî diyalektîkî pêwîste were nirxandin. ji ber welatê me navenda vî şerî ye, em rastî gelek buyerên bi êş û zehmet tên; yek ji van buyaran jî zêdebûna qat bi qat hejmara penaberan û pirsgirêka koçberiyê li seranserî cîhanê ye. Çawa heyv piştî ewir namîne rastiya sîstema modernîteya kapîtalîst jî her kû diçe zêdetir derdikeve pêş. Krîza modernîteya kapîtalîst her kû diçe kûr dibe û ji zû de sîstemê dest bi hilweşandinê kiriye. Şerê çekdarî her ku diçe zêdetir dibe û di encamê de bi milyonan mirov cih û warên xwe diterikînin. Ji xeynî sedema şerê çekdarî, guherîna avhewayê ya ku ji ber wêrankirina xwezayê pêk tê, koçberiya nifûsê ber bi herêmên cuda ve jî biriye.
Baş e ev mirov diçin ku derê? Gelo cihên ku ew diçin ji axa wan baştir û bi qîmet re? Ma bi rastî jî ew ji cehenemê direvin û diçin bihuştê? Bi rastî kes nikare pêşiya kesekî din bigre, lê ya balkêş ewe ku rastî pişt ewrên tarî de hatiye veşartin. A rast xapandinek ber bi çav tê jiyan kirin. Wekî lîstokek bê dawî buye. Lê pir zelale ji welatê rojê direvin û ber bi tarîtiya motleq û naverasta bê hêvîtiyê ve baz didin. Lê belê, cihên ku diçinê ne vala ye, ne jî bê xwediye. Kes jî li benda wan nîne. Ji ber vê yekê, ev serpêhatiya nû dijwarî û êşên pir mezin bi xwe re tîne. Bê guman pergala modernîteya kapîtalîst sûcdar re ku hemû dewlemendiyên cîhanê ji bo xwe kom dike û mirovan dike koleyên modern. Kes nikare berovajiya vê bibêje. Em dikarin wan bi tundtirîn zimanî sûcdar bikin. Koçberên ku xwe diavêjin behran û ji têlên sînoran bi zehmetî derbas dibin, bi xwe ji koka xwe direvin û nêzîkbûneke bi navê(qaşo) li jiyanê digerin derdikeve holê. Lê belê lêgerîna kîjan jiyanê tê kirin? Li holê pergaleke pir hov a talan û qirkirinê heye. Ji ber vê yekê divê her kes vê rastiyê bibîne da ku nekeve xefka vê sîstemê û ji koka xwe xerîb nebe. Helbet divê em van kesên ku bi vî rengî tevnagerin û berovajî vê rastiyê tevdigerin rexne bikin û heya sûçdar jî bikin. Divê em ji wan re bibêjin: “Li şûna ku hun bibin koleyên modern, li dijî vê pergalê xwe bi rêxistin bikin û bi tekoşîna xwe li ser xaka xwe jiyaneke azad bi berxwedanê ava bikin.”
Ji ber ku jiyana li ser koka xwe şîn dibe azad e û xweş e jî. Hewce ye mirov bi sedemên şer jî dev ji welatê xwe bernede. Pêwîst dike mirov van rastiyan bibîne û xwedî li keda xwe ya hezaran salan derkeve. Bi taybetî ger ev xak Kurdistan be ango bihuşta pirtûkên pîroz be, divê bi dil û can em xwedî li xaka xwe derkevin. Zehmetî her çend zêde jî bin, hewce ye li dijî wan zehmetiyan mirov li ber xwe bide û bi tu awayî xaka xwe ne terikîne. Rêya bi tenê ku mirov bi rûmet jiyan bike vegera li welatê xwe ye.
Şoreşa neolîtîk a bi pêşengtiya jinê ku yekem şoreşa civakî a mezine, li ser bingehê jiyaneke azad û xweş hatiye hunandin. Civaka gundewarî û çandiniyê li ser vê bingehê derket holê. Lê belê pişt re bi derketin û sazîbûna desthilatdarî û şaristaniya dewletê re rastiya jiyanê hatiye berovajî kirin. Bingeha hemû xirabiyên roja me ya îro jî ji vê rastiyê tê. Hêzên desthilatdar ji bo ku bibin xwedî hêza kedê, mirov zincîrkirin, bi zorê dane xebitandin û neçarî koçberiyê kirin û hîn jî ev çerx berdewam dike. Divê em baş bizanin ku pergala qala wê tê kirin di serdema modernîteya kapîstalîst de gihîştiye asta zîrveyê.
Xwediyên sermayeyê pêşî bi zor û hîleyan dewlemendiyên li tevahiya cîhanê desteser kirin û wiha desthilatdariya xwe serwerkirin. Di vê navberê de pêkanînên berê yê kolekirina mirovan û koçberkirina wan li cihên din jî berdewam kir. Bi vî awayî cîhan bû du beş; yek bû bihuşteke nû baştire em navê sexte lê bikin ku hemû dewlemendiyên madî lê kom bûne, ya din jî veguherî qada talan û wêranê ku jiyan lê nebe. Ev yek bi awayekî ew çend zalimane pêk hat ku, bihuşta rastîn jî nekarî pêşî li çarenûsa mijara gotinê bigire. Mînak weke Mezopotamyayê; niha lûtkeya vê rewşê tê jiyîn. Berê kole bi darê zorê dihatin girtin û difirotin deverên wiha, lê niha koleyên modern ji bo ku xwe bigihînin deverên wiha bazdidin. Xwe davêje derya û okyanûsan. Hewl dide sînor û têlan derbas bike. Ji bo ku biçe Ewropayê xwe davêje nava serpêhatiyên ku dawiya wê nîne. Li ser vê bingehê bazarên koleyan ên nûjen ava bûne.
Li hemberî derew û propagandaya dijmin, beriya her tiştî em pêwîste xwedî hizireke xurt û zelal li gorî Şoreşa Demokratîk bin. Her kesê ku bi rola xwe ya di civakê de û girîngiya parastina xak û gelê xwe bizanibe, nekeve nava derewên pergalê û rê nade ku bi xwe bikeve bin bandora daxwazên takekesî yên ‘jiyaneke qaşo baştir’.
Pergala modernîteya kapîtalîst li tevahiya cîhanê berheman dide çêkirin û firotin. Kesên sermayedar weke seriya Mekanîzma ya kontrolkirina tevgera kedê ango sîstema kedxwar a netew-dewletê ne. Kontrolên sînorên dewletî diyar dikin ku Leviathana kapîtalîzm, bi rêya netew dewletên xwe vê axa pîroz a cîhanê parçe parçe kiriye û bi rêka sînor li ser keda mirovên bindest xwe ferz dike.
Hedefa esasî ya vê siyaseta sîstematîk pêkanîna koçberiyê, bikaranîna koçberan û gencên veşartiya civakê, ciwan in.
Ciwan motora rêvebirina hêza cewherî a civakê û dînamîzmê wê ne. Di roja me ya îro jî ciwanên nifşê nû, ku di nava qeyran û zehmetiyên girankirî de yên pergala metîngeh derxistiye holê mezin bûne ji welatê rojê direvin ber bi Ewropa. Gelo çima ciwan hêviyên xwe bi hişmendiya ku ji aliyê pergalê ve hatiye berovajî kirin, girê didin?
Îro ji ber vê rastiyê, ciwanên ku koçî navendên modernîteya kapîtalîst kirine, ji ber cudahiyên xwe yên çandî û dîrokî, rastî faşîzm û krîmînalîzekirinê tên. Bi çavê mêtingehkirin û nêrîna ku Ewrûpa wek navenda her tiştî ye dibîne de, civakên Ewropî van koçberan wek însanên çîna duyemîn dibînin, ku tenê kêrî xizmetkirina wan tên. Piraniya wan ciwanan û malbatên wan li kampên penaberan dimînin, mîna girtiyên bi şert têne muamelekirin û her tim bi şik û guman li wan tê mêzandin. Di bin bandora vê rastiyê de û hîn jî bi xewn û xeyalên jiyaneke rehet û keyfî yên ku ji hêla reklama xapînok a medya ya dijîtal ve têne belavkirin bawer dikin. Ev ciwan dawiyê de digihêjin rawestgehek bê rehm ku çareya wê tune ye. Yan wê rastiya ku ji aliyê sîstemê ve hatiye ferzkirin û marjînalbûna wan a civakî û bê navber şik û guman ji wan girtinê qebûl bikin, yan jî wê berê xwe bidin komên rêxistinkirî yên ku mijara kaosa civakî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ciwanan weke girseyeke ji bo pilangerandinê bikartînin, da ku madeyên hişber bifiroşin bazarên mezin ên Ewropayê. Ji bo ku ciwan nekevin nava xeyalên jiyana saxte û drew tenê yek çareserî heye, divê her ciwanek rastiya xwe, dîroka welatê rojê baş bizanibe, baş tehlîl bike û bi derdora xwe re parve bike. Di heman demê de pêwîste ciwan berjewendiyên li pişt nakokiyên ku pîlan û projeyên pergala kapîtalîst yên ku Kurdistanê me ya dîrokî û qedîm xera dikin, baş bizane. Pêwîst e rastiya şerê taybet ku li dijî çand û zimanê me û li ser kesên kû li vê xakê dijîn were fêmkirin. Welatparêziya rasteqîn tê çi wateyê baş tehlîl bike û dev ji axa ku ewqas nifiş lê jiyan kirin bernede. Kurdistan di aliyê belavkirina zanebûn û jiyanê de di dîrokê de timî bûye pêşeng. Alternatîfa rast bi pêşengtiya ciwanan avakirina Neteweya Demokratîk li herêmên me ye! Pêwîste her kes û bi taybet ciwan wateya welatparêziya kûr fêm bikin û ji bo welatê xwe, gelê xwe, civaka xwe û bi rengê xwe bijîn.