NAVENDA NUÇEYAN- Êrişên dewleta Tirk a dagirker hemû sînorên exlaqî û mirovî derbazkirine ku di roja yekem ya Cejna Qurbanê de jî berdewamkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandîn, balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera li sînorê gundê Guherzê û Belavê yên ser bi navçeya Dêralok a girêdayî bajarokê Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê, bombebarankirin.
Lê di derbarê zerer û ziyanên madî û canî yên êrişê de ti agahî nehatin belavkirin.