NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Siber a Gel bi daxuyaniyeke nivîskî ya ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal weşand ragihand ku wan dest danîne ser rûpel û pergalên peyaman ên Serokatiya Şaxa Edîrneyê ya faşîst MHPê.
Endamên Artêşa Siber a Gel ku pergala peyaman dest xist, li ser navê MHP’ê ya Edîrneyê li telefonên bi 30 hezar kesan re peyama “Siyaseta Kayumê rawestînin!” Kî mafên Kurdan desteser bike wê teqez bedelê xwe bide” rê kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em îro ji bo em qeyûmên ku ji bo şaredariyên Kurd hatine tayînkirin protesto bikin û vîna gelê xwe biparêzin li vir in. Tayînkirina qeyûman derbeyek li maf û azadiya me ya demokratîk e. Ji kar dûrxistina wekîlên me yên hilbijartî nayê qebûlkirin!
SMSên ku ji rêxistina MHP’ê ya Edîrneyê hatine şandin, berxwedana me ya sîber a li hemberî van neheqiyan e. Bersiva me ya ji bo kesên îradeya gelê me ji nedîtî ve tê ev e: Gelê Kurd serî natewîne û li her qadê berxwedana xwe bidomîne.
Em ê bêdeng nemînin! Têkoşîna me wê bidome û em ê mafên gelê xwe biparêzin. Bijî berxwedana gelê Kurd!
17 Hezîran 2024
Coldhackers CmG-TeaM
MezopotamyaHackers
“Artêşa Siberî ya Gel”