NAVENDA NUÇEYAN- Çeteyên ‘Polîsên leşkerî’ yên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Holîlê yê navçeya Racoyê Îmad Mistefa Xelîl revandin.
Hate ragihandin ku Îmad Mistefa Xelîl li Efrîn a dagirkerî ji mala xwe ya li nêzî Xaçerêya Newrozê hate revandin. Xelîl beriya 2 mehan ji Tirkiyeyê bi zorê ji Sûriyeyê re hatibû vegerandin.