BEHDÎNAN- Qendîl Kureyşan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi salan e propagandayê dike ku wê bi ÎHA û SÎHA’yan gerîla tine bike û got, “Li ezmanên Kurdistanê yek bi yek dikevin.”
Ji gerîlayên HPG’ê Qendîl Kureyşan ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber êrişên dewleta Tirk radibe, ji ANF’ê re axivî. Kureyşan bal kişand ser bîlançoya şer û dîmenên ku HPG parve dike û anî ziman ku dewleta Tirk a endamê NATO’yê ye gazên kîmyewî, çekên qedexekirî bi kar tîne û got, “Ev rewş bi xwe nîşan dide bê dewleta dagirker li hemberî gerîla çiqasî bêçare maye.”
DI ŞER DE EM GIHÎŞTINE ASTEKE GIRÎNG
Kureyşan diyar kir ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP-Ergenekonê dixwaze daxwaza gelê Kurd a wergirtina mafên xwe bitepisîne û got, “Her kes dibîne bê gerîla çawa li ber xwe dide, vê tifaqa qirêj pûç dike. Berê digotin, Kurd nikarin li hev kom bibin û şer bikin. Kurd îro li hemberî duyemîn artêşa NATO’yê şer dikin. Weke gerîlayên Kurdistanê, em li dijî hêzên ku dibêjin ‘Xwedî teknîka herî baş in, xwedî teknolojiyê ne’ şer dikin û wan têk dibin. Di şerê xwe de em gihîştineke asteke girîng. Tecrûbeyeke me ya mezin a şer heye, êdî em dikarin li hemberî her cûre teknolojiya pêşketî şer bikin. Ev yek ji bo gelê Kurd pêşketineke ji rêzê nîne. Pêşketineke gelekî girîng e.”
BAWERÎ Û BIRYARDARIYEKE MEZIN HEYE
Qendîl Kureyşan destnîşan kir ku berxweedan û têkoşîna gerîla hêsan nîne û got, “Ji bo vê pêwîstî bi bawerî û biryardariyeke mezin heye. Di heman demê de ji bo têkoşîna li hemberî teknolojiya serdemê pêwîstî bi têgihiştina ji teknîkê, pisporî û profesyoneliyê heye. Gerîla êdî xwedî hêzeke bi vî rengî ye. Gerîla hem xwedî îrade ye, hem wêrek e hem jî li ser teknîk û xwezayê serwer e. Taktîkên afirîner di nava şert û mercên herî giran de têne afirandin. Dijmin nikare xaka Kurdistanê bi hêsanî dagir bike.”
ÇEKÊN TAYBET HATIN BIKARANÎN
Kureyşan anî ziman, gerîlayên ku êdî êrişa hewayî ya dijmin dikare têk bibin, di salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê de di çalakiyan de çekên taybet bi kar anîn û got, “Ev yek di heman demê de nîşan dide ku taktîk û rêbazên nû têne bikaranîn. Dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya me bişikîne. Bi Kurdên xayin re hevkariyê bike, ji NATO’yê piştgiriyê werbigigre jî ti carî nikare bi me.”
NIKARE TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE
Kureyşan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker timî propagandaya teknîka xwe ya şer dike, li her derê qala ÎHA û SÎHA’yên xwe dike û got, “Digotin ku hindik maye gerîla biqedînin, lê belê tiştekî bi vî rengî nîne. Em dibînin ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ezmanên Kurdistanê ji aliyê gerîla ve yek bi yek têne xistin. Ev yek asta gerîla nîşan dide. Dewleta Tirk a dagirker êdî nikare têkçûna xwe veşêre.”
Çavkanî: ANF